Korş Ararat dibêje, hevalekî wî Sibata bihurî jê re gotiye, beriya bi çend mehan li Sertekî Bamo -li çiyayê Bamo - "rayedar ... nêçîra leoparekî kir û ti kes nikare dest bide wî". Li gorî çavkaniya van gotinan, ew behsa zilamekî bi hêz dike.
Korş Ararat bi xwe beriya salekê li çiyayan bû, da ku bermahiyên ji ber cendekê leopareke din a kuştî bîne. Ew yek ji herî kêm 8 leoparên par hatî kuştin in. Ew fikiriye ku ew leopar belkî jî yê dawiyê bû li çiyayên Kurdistanê.
Korş Ararat dibêje, ew dizane, ew zilamê xurt kî ye yê ku nêçîra pilingên leopar kiriye û ew dizane têkiliya wî bi kîjan rayedarê hikûmeta Kurd re jî heye. Lê nav eşkere nake. Ew dibêje, ew gelek caran bi xwe li çiyayan digere û mirov nizane, ka çi tê serê mirov.
Yanî Korş Ararat ji kuştina xwe bi xwe jî ditirse, heger navê van zilamên xurt ên li Başûrê Kurdistanê eşkere bike. Hem yê ku nêçîrê dike û hem jî yê li pişta wî her du jî qanûnan binpê dikin. Li gorî Korş Ararat jixwe qanûn li wir ji bo xurtan ne lê ne.
Yanî tirsa Korş Ararat ne belesebeb e. Ji ber xizmparêzî, bertîlxurî û gendeliyê sîstemek rûniştiye ku kes ji ber zilma wê newêre li ber dengê xwe bike. Axir pilingên Kurdistanê jî dibin qurbaniyên vê sîstema bertîlxur.
SILÊMANÎ