Pirtûka Kawa Nemir a bi navê “Peyvên Biçûk” ji Weşanxaneya Avestayê derket. Kawa Nemirê ku ev demek dirêj e bi wergerên William Shakespeare daketiye, vê carê pirtûkekeke helbestan nivîsiye. Helbestvan û wergêr, Kawa Nemir navê “Peyvên Biçûk” li dîwana xwe ya nû kiriye.
Helbestek ji berhema “Peyvên Biçûk” ;
“Li ha, geliyên ku neşên hirçê bêayîk star bikin,
Li ha, hespê dêlqamçî, ew bedewê dîrokê,
Yê ku sikeya xwe rakiriye ji navika mêrga
li biniya daristanê
Û bi xwe re dikişîne cendekê teqîna bêsewt.
Li ber vê şingeşinga şût rût û zer,
Miriyên min ên veneşartî pixî min dikin
Li biniya zinarên ku ‘ewran didine ber meqesê.
Elî, Elî, lema sebextanî?”
NAVENDA NÛÇEYAN