Peykerên piçûk yên ji firçeyên boyaxê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 31 Gulan 2022 - 22:12

  • Hunermend Rebecca Szeto li San Francisco dimîne. Ew bi firçeyên kevn yên boyaxê peykerên piçûk çêdike.

Hunermend Rebecca Szeto li San Francisco dimîne. Ew bi firçeyên kevn yên boyaxê peykerên piçûk çêdike. Firçeyên hatine avêtin û bi kêrî kesî nayên, di destên wê de dibin peykerên xweşik yên piçûk. Wê ev berhemên xwe yên mîniyatûr, bi navê “Paintbrush Portraits (Potreyên bi firçeyên boyaxê)” de dane hev û ew ji nû ve boyax kirine. Fîgurên peykerên wê para bêhtir jin in.

Rebecca Szeto van peykerên xwe yên piçûk wiha dinirxîne: “Ev firçeyên kevn ên ku dibin malzemeyê hunerê min, bi zanebûn hatine hilbijartin û ez dixwazim bi riya van firçeyên avêtî li ser ekolojî û hin mijarên civakî şiroveyan bikim. Ji bo karibim tiştên xweşik û bi nirx ava bikim, min xwe di nav çopê de dît. Ev xebatên min nîşaneya dilnizmiyê ne û bi vî awayî min dev ji pêşbîniyên xwe yên li ser malzemeyên hunerî berda.”

SAN FRANCISCO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.