Peykerên ‘hansmade’ yên Panschar

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 3 Sibat 2024 - 01:25

  • Peyker gelek caran weke berhemên ne zindî tên dîtin. Lê gava hinek hunermend ruhê xwe tevlî wan peykeran dikin ku wan disêwirînin, peykerên wan jî eynî weke tiştên li ber destên jiyana rojene zindî dibin. Peykerên hunermendê hevçax ên Hans Panschar jî ew peker in ku bu ruhekî zindî derdikevin hemberî insanan.

Hans Panschar ne hunermendekî ji rêzê ye. Ew bi nihêrîneke pir resen peykerên xweşik û balkêş çêdike. Hans Panschar li bajarê Berg yê Elmanyayê dijî. Ew hunerê xwe weke “Hansmade” tarîf dike û ev jî tê wê maneyê ku ew van peykeran hemû bi destên xwe yeko yeko çêdike. Peykerên ku çêdike pirr besît tên xuyanê; eynî weke mînyatûran in. Ji peykerên ku wî diyar in ku ew ji axşeb û bizmaran hez dike. Wî bi van malzemeyan gelek peyker çêkirine ku yek naşibe yê din û her yek bi serê xwe xwedî taybetmendiyeke cuda ye. Bi van peykerên xwe yên balkêş ew jî di nav hunermendên hevçax de cihê xwe digire. Lê tiştê ku wî ji hunermendên din ên hevcax vediqetîne ew e ku ew bi hunerê xwe re bûye yek û pê re dijî. Yanî mirov dikare bibêje ew ruhê xwe dixe nava van peykeran û di hundirê van peykeran de dijî. Ev peykerên wî yên piçûk ên ku bi awayekî “handmade” hatine çêkirin nîşaneya vî tiştî ne.

Mala ku Hans Panschar lê dimîne û weke kargehekê bikartîne, bi serê xwe weke berhemeke hunerî ye. Mala wî weke muze an jî atolyeyekê kar dike. Wî ev mal bi mîmariyeke xweşik ava kiriye ku mirov nikare çavê xwe ji ser malê hilîne; ewqasî ku mîmariya wê hewadar û fireh e. Her wiha ji mobîlyayên zêde û alavên kêrnehatî jî dûr e ev mala wî. Mîmarê bi navê Florian Nagler ku li Munihê dijî ev mala xweşik ji bo wî sêwirandiye. Rojekê gava diçe serdana hevalê xwe li ser maseya wî peykerekî piçûk yê xaniyekî dibîne û ev peykerê piçûk îlhamê dide wî. Xaniyê ku ji bo Hans Panscah disêwirîne jî dişibîne vî xaniyê piçûk ê ku weke peykerekî hatiye çêkirin. Florian Nagler ev mal li gor estetîka karên Hans Panschar sêwirandiye. Wî ev mal bi malzemeyên besît ên avahiyan lê kiriye; beton, tuxle û axşeb bi hevre bikaraniye û ji van malzemeyan xaniyekî xweşik çêkiriye. 

Li vê dinyayê li cihekî bi ewle

Hans Panschar heyranê tiştên besît û ji rêzê ye. Her wiha malzemeyên ku di jiyana rojane de tên bikaranîn jî bala wî dibin ser xwe. Ew di formên axşeb de keştî, kursî, xanî û bajaran disêwirîne. Hin caran jî qalibên beton bi kar tîne û weke ku ew axşeb xeritandibe nîşan dide. Di warê dîtbarî de her du malzemeyan pir dişibîne hevdu û vî karî bi awayekî serketî pêk tîne. Hans Panschar felsefeya xwe ya hunerî bi van hevokan rave dike; “Lê vê dinyaya ku hin caran weke dijminekî bi ser insanan de tê, dixwazim xelk xwe li mala xwe hîs bikin. Ji bo ku ew xwe li vê dinyayê, li cihekî bi ewle û aram hîs bikin ez van xaniyan teswîr dikim.”

Peykerên zindî yên weke insanan

Malzeme û berhemên ku çêdike her çend weke tiştên besît û ji rêzê werin xuyakirin jî ew van malzemeyan ji rêzê nabîne û eynî weke zindiyên din ên ser rûyê erdê nêzî van berhemên xwe dibe. Wan weke kirdeyekî qebûl dike û bi vî çavî li wan dinihêre. Ji lewma peykerên wî zindî ne eynî weke wan insanên ku van formên hunerî bikartînin. Peykerên wî jî weke zindiyan di nav jiyana rojane de xwedî tevger in û nefesê distînin. Ji ber van hêlên peykerên xwe Hans Panschar di nav hunermendên hevçax de weke fîgûrekî bi efsûn tê zanîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.