- Hunermend Young li kendava Plenty ya Yenî Zelandayê mezin bûye, ji lewre jî ji behrê pirr hez dike.
Têkiliyeke Ben Young ya hestiyarî û kûr bi okyanûsan re heye. Hunermend Young li kendava Plenty ya Yenî Zelandayê mezin bûye, ji lewre jî ji behrê pirr hez dike. Vê hezkirinê kiriye ku berê xwe bide peykersaziyê û bi peykeran hezkirina xwe ya ji bo okyanûsan bîne ziman.
Ew beriya peykeran çêke kelek çêkirine û di vî karî de jî baş e. Lê bi demê re wî berê xwe daye huner û ji cam û betonê peykerên xweşik yên behrê çêkirine. Ev kombînasyona wî pirr lihev e û estetîkeke xweşik ava kiriye. Mirov dikare bêje, peykerên wî mînîmal in.
Di peykerên Young de tenê behr nîne, her wiha ew fîgûrên weke kelek û darên palmiye jî li peykerên xwe zêde dike. Bi betonê jî çiyayan çêdike. Peykerên Young wek cihekî ku qet nehatibin kifşkirin tên xuyanê. Zimanê wî yê mînîmalîst berhemên xweşik derdixe holê. Ev du berhem jî ji wan berhemên wî yên xweşik in.
NAVENDA NÛÇEYAN