Peykerê Mînerva yekem car hat nîşandan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 18 Tîrmeh 2022 - 22:06

  • Ev parçeyên pêykerê Mînerva yê 2 hezar û 600 salî yên ku bi hev ve hatin kirin, cara yekê li Muzeya Arkeolojiyê ya Izmîrê tên nîşandan.

Parçeyên pêykerê xwedawend Mînerva ya ku di mîtolojiya Etrusk de weke “xwedawenda aqil, hikmet, şer, huner, dibistan û bazirganiyê” tê zanîn, di sala 2012’an de di encama arkeologên li bajarê Kevnar ê Smyrna de hat dîtin. Ji sala 2012’an ve ev parçe yek bi yek bihev ve hatin kirin û peyker ber bi temambûnê ve çû.

Ev parçeyên pêykerê Mînerva yê 2 hezar û 600 salî yên ku bi hev ve hatin kirin, cara yekê li Muzeya Arkeolojiyê ya Izmîrê tên nîşandan. Ev figûra li gorî texmînan, taybetmendiyên serdema arkaîk dihewîne, hem bi rûyê gilover balê dikşîne ser xwe, hem jî di vê figurê de dev, difin û erzînk bi awayekî diyar, xuya dikin.

Mirov ji xerabiyan parastine

Hat zanîn ku figura Mînerva ya xwedawenda şer û aşitiyê ji axa pijiyayî hatiye çêkirin û 28,5 santî metreyan dirêj e. Peyker di rojên cejnê de li Muzeya Arkeolojiyê ya Izmîrê di nav camê de hat nîşandan û gelek kes ji bo dîtina wî çûn muzeyê.

Xwedawend Mînerva ji ber gelekî dişibiyê, weke Athena jî tê bilêvkirin. Mînerva li Smyrna weke xwedawenda Etrusk tê pênasekirin. Wisa tê hizirkirin ku Mînerva insan ji xirabiyan parastine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.