Pêşnûmeya ‘Biyanî’ hate firotin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 8 Hezîran 2024 - 00:53

Pêşnûmaya romana bi navê “L'Étranger” (Biyanî) a Albert Camus ku wî bi destan nivîsandibû li Parîsê bi 650 hezar euro hate firotin.

Romana “Biyanî” ya Albert Camus yek ji berhemên herî girîng a wêjeya Fransayê û her wiha dinyayê tê qebûlkirin. Roman di sala 1942’an de hatibû çapkirin û belav bûbû. Roman cara ewil 4 hezar û 400 heb hatibû çapkirin û di demeke kin de ketibû nav lîsteya romanên herî zêde tên firotinê. Lê pêşnûmayeke romanê ya 104 rûpelî ku Albert Camus bi destên xwe nivîsandibû hatibû dîtin. Roman behsa Meursault ê ciwan dike ku bi eslê xwe Fransî ye lê li Cezayîrê dijî. 

Kes nizane Albert Camus ev pêşnûma çima bi destan nivîsandiye. Li gor texmînên zanyaran ev pêşnûma di sala 1944’an de, dema ku Parîs di bin dagirkeriya Naziyan de ye hatiye nivîsandin. Ji bo ku pere werin komkirin û paşê ev pere werin bexşkirin. Albert Camus ev pêşnûma ji bo heyranekî xwe nivîsandiye da ku weke çavkaniyekê bikarbîne û fonan bibîne.

Albert Camus yek ji wan nivîskaran e ku “Xelata Nobelê ya Wêjeyê” wergirtiye. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.