Pêşengê nivîsa Kirdkî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 18 Sibat 2021 - 00:50

Mela Ehmedê Xasî yan jî bi navê xwe yê tam Mela Ehmedê Sofî Hesenî, weke nivîskarê berhema yekem a nivîskî a bi Kirmanckî tê zanîn. Îro salvegera mirina wî ye. Ev alimê dînî yê Kurdistanê 18´ê Sibata 1951’ê wefat kiribû. 

Berhema wî Mewlidê Nebî yan jî Mewlidê Kirdkî di heman demê de yekem berhema bi Kirmanckî ya çapkirî ye jî. 

Mela Ehemedê Xasî sala 1867 yan jî 1868 (1283 yê hicrî) li gundê Hezan hatiye dinê. Ji ber ku bi eslê xwe ji eşîra Zîktî û ji gundê Xasan ê li ser sînorê Dara Hênê û Licê ye, jê re Mela Ehmedê Xasî tê gotin. Lê ew bi xwe li gundê Hezan çêbûye û miriye. Hezan bi xwe îro yek ji gundên mezin ên Licê ye. Ehmedê Xasî li ber destê bavê xwe xwendiyê û paşê jî weke feqî xwendina xwe dewam kiriye. Wî paşê li Diyarbekirê xwendina xwe li Medreseya Mesûdiye temam kir û ji miftiyê Diyarbekrê Hecî Îbrahîm Efendî îcazeya xwe wergirt. 

Wî her wiha xwendina tesewufê kir li ber destê şêxê Neqşibendî Şêx Evdilqadirê Hezanî. Wî îcazeya şêxîtiyê wergirt, lê ti carî şêxîtî nekir. Ew demekê li miftîtiya Diyarbekirê dibe muderis. Li gundê xwe Hezanê dibe muderis. Ew demekê bû miftiyê Licê, lê zêde nekişand, piştî salek û 2 mehan wî ji vê wezîfeyê îstîfa kir.

Wî sala 1892´yan Mewlidê Kirdkî nivîsî û li Diyarbekirê li çapxaneya Lîtografyayê sala 1899´an 400 nusxeyên wê çap kirin. Berhem heta îro gelek caran bi tîpên Erebî û Latînî derçûye. Heta weşanên Nûbiharê CD´ya xwendina wê jî tevî kitêbê bi xwendina Roşan Lezgîn çap kir. Wî ji bilî Kirmanckî û Kurmanciyê bi Erebî, Farisî û Tirkî jî dizanî.

Sala 1909´an Mela Ehmedê Xasî ji Diyarbekirê hat sirgûnkirin û ew şandin Rodosê.

Ew li Diyarbekirê, li gundê xwe Hezanê ji vê dinyayê bar kir û çû ber rehm û dilovaniya Xwedê. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.