Enstîtuya Kurdî Elmanya Şaxa Berlînê cara yekemin pêşbirka çîrokan li dar dixe. Kesên bixwazin çîrokan bişînin divê di navbera 10’ê Sibatê û 30’yê Adarê de çîrokên xwe bigihînin ber destên juriyan.
Enstîtuyê ji bo pêşbirka çîrokan got; “Em wek Enstîtuya Kurdî Elmanya Şaxê Berlin‘ê, ji bo behreyên nû bidin cîhana wêjeyê û handan a wêjeya Kurdî bikin, yekem pêşbirka Çîrokan lidar dixin. Pêşbirka me ya 2025’an wê diyariya nirxdarê wêjeya Kurdî Fewzî Ozmen be.”
Şertên miracaetê;
Zimanê pêşbirkê Kurmancî ye.
Pirtûka berbijar gerek ne hatibe weşandin.
Ji bo serlêdanê herî kêm du çîrok werin şandin.
Çîrok; herî kêm çar rûpel û herî zêde jî 10 rûpel bin.
Xelat
Yekemîn 750 €
Duyemîn 500 €
Sêyemîn 250 €
Şêwaza nivîs û miracaetê
Divê bi şêwaza Times New Roman, 11 punto, 1.5 navbera xêzik de were nivîsandin.
Serlêdan bi du dosyayên cuda were kirin.
1. Zanîn ên nasnamê.
Bi kurtayî jînenîgariya nivîskar.
Mahlas(leqeb)
Agahiyên têkiliyê
2. Dosyaya Çîrokê
Di dosyayê de teqez navê serlêder ê rastî gerek cîh negire.
Li jor aliyê çep ê çîrokê bes leqeb were nivîsandin.
Serlêdan E-Mail : pesbirkcirok2025@gmail.com
Endamên Jûrî
Yıldız ÇAKAR
Davut YEŞİLMEN
H. Kovan BAQÎ
Nîşeyeke girîng; Serlêdanên dûrî şertên pêşbirkê ew ê neyên erêkirin. Em hemî kesên têkarî ji wêjeya Kurdî re dixwazin, vedixwînin pêşbirkê. Serkeftin.
NAVENDA NÛÇEYAN