Pêşbirka Arjen Arî dewra 11’an dike

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 20 Kanûn 2023 - 00:25

Ji bo bîranîna Arjen Arî yê yek ji pêşengên helbesta Kurdî ya nûjen, di sala 2024’an de cara 11’an pêşbirka helbestê wê bê lidarxistin. Arjen Arî di 30’ê Cotmeha 2012´an çûbû ber dilovaniya xwedê.
Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî hewl dide xwedî li ziman û wêjeya Kurdî derkeve ku Arjen Arî jî di vî warî de pirr xwe êşandiye. Pêşbirk her sal ji hêla malbata Arjen Arî û Weşanên Sor ve tê lidarxistin.
Kesên ku dosyeyên wan ên helbestan hene, divê heta 17’ê Nîsana 2024’an dosyayên xwe bişînin ber destê lijneya pêşbirkê. Kesên miracaetî pêşbirkê dikin, divê heta niha pirtûkên wan ên helbestan nehatibin çapkirin û bi berhema xwe yekem dikarin tevlî pêşbirkê bibin. Her wiha, divê helbest jî bi şêwezarê Kurmancî hatibin nivîsandin.

Encama pêşbirkê jî wê di 15’ê Gulana 2024’an de yanî di Roja Cejna Zimanê Kurdî de were eşkerekirin.

Kesên dixwazin beşdar bibin divê dosyeyên xwe bi kargoyê li ser navê Songül Argünağa ji bo navnîşana; Yenişehir Mahallesi, Ali Emiri 1. Sk. Nuyap Plaza, Kat: 7, No: 46, Yenişehir/Diyarbakır bişînin.

Kesên di Lijneya Pêşbirkê de cih digirin ev in:

Necla Arî
Îrfan Amîda
Îsmaîl Dîndar
Serdar Şengul
Şener Ozmen

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.