Pêşangehek ji bo 12 hunermendan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 8 Tebax 2023 - 01:16

Komeleya Hunermendên Kurdistanê, pêşengehek ya wênesaziyê li Hola Emnesureke ya li Silêmaniyê ji bo 12 hunermendên ji bajarên cuda ên Kurdistanê lidarxist.

Li Hola neteweyî ya Emnesureke ya li Silêmaniyê, Komeleya Hunermendên Kurdistanê ya beşa Silêmaniyê bi amadebûna Waliyê Silêmaniyê û nûnerên hinek hizb û hunermendan, pêşengehek ji bo 12 hunermendan lidarxist.

Ji bajarên cuda yên Kurdistanê 12 wênesaz beşdarî pêşengehê bûn û tabloyên xwe pêşkêşkirin ku her yek tabloyek wateyek cuda hildigirt.

Di pêşengehê de xelat ji aliyê Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir, Berpirsê Buroya Rêxistinên Demokrat a YNK’ê Cotyar Nûrî, Rêveberê Giştî yê Hunerê yê Silêmaniyê Dr. Mohsin Edîb û Cîgirê Hunermendên Kurdistanê Niyaz Nûrî ve hate dayîn.

Yek ji beşdarvanên pêşengehê Hunermend Akam Qurbanî ji Qeladizê beşdarî pêşengehê bûye û piraniya tabloyên wê girêdayî xwezaya Qeladizê ye.

Wênesazek din ê beşdarî pêşengehê bûyî Eyub Reuf ji Silêmaniyê bi 8 tabloyan beşdarî pêşengehê kiriye ku her tabloyek bi wateyek cuda cuda hest û derûniya xwe tîne ziman.

Hêjayî gotinê ye ku pêşengeh wê 3 rojan berdewam bike.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.