Pêşangeha Weqfa Jina Azad

Nûçeyên Çand/Huner

În 19 Tîrmeh 2024 - 00:39

Weqfa Jina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pêşangehek karên destan li Qamişloyê vekir.Di pêşangehê de berhemên jinan ên ji Qamişlo, Dêrikê, Reqa, Tebqa û Kobanê ku endamên Weqfa Jina Azad in, hatin pêşandan. Her wiha çandên pêkhateyên din jî di pêşengehê de cih girtin. Sazî û meclîsên jinan ên li bajarê Qamişlo serdana pêşengehê kirin. Endama Rêveberiya Weqfa Jina Azad Sultana Xişo têkîldarî armanca lidarxistina pêşengehê  axivî. Sultana, di despêka axaftina xwe de pêşengeh li hemû jinan pîroz kir û got:“Bi nêzîkbûna salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê me ev pêşengeh li dar xist. Armanca me bi vê pêşengehê ew bû ku keda jinan li civakê bidin naskirin. Ji ber ku beriya şoreşa 19’ê Tîrmehê ev keda ku dihat dayîn, nedihate naskirin. Lê piştî 19’ê Tîrmehê yek ji wan derfetên ku em bikarin keda jinan li civakê bidin naskirin, ev pêşengeh in.”

ANF/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.