Li peytexta Ingilîstanê Londonê, li hemberî Koşka Buckingham pêşangeha fîlên nehîtî hat lidarxistin. Elephant Family Trust (Weqfa Malbata Fîlan) bi vê pêşangehê dixwaze çîroka cotkarên ku li Başûrê Hindîstanê bi fîlan re dijîn, vebêje û balê bikişîne ser têkiliya di navbera wan de.

Weqfa Malbata Fîlan ji bo piştgiriyê bide jiyana kovî ya Asyayê, biryara pêşangehê daye û dibêje, li Asyayê nêzî nîv mîlyon însanî bi fîlan re dijîn.

Weqfa Malbata Fîlan da zanîn ku di çarçoveya kampanyaya CoExistence (Jiyana Bi Hevre) de ew vê pêşangehê li dar dixin û got, “Li dinyayê ji bo gelek mirovan jiyana li gel fîlan wek ku ne guncaw be tê dîtin, yanî ew weke dêw û bi tehlûke tên dîtin. Lê dîsa jî tê zanîn ku mirov û fîlên nehîtî bi salan e bi hev re dijîn. Li nav daristanên Hindistanê ev jiyana bi hev re hê jî dewam dike. Malbata Adivasî ya cotkar bi awayekî serketî bi fîlên mezin re dijî, û têkiliyeke baş çêkiriye di navbera xwe û fîlan de.” 

NAVENDA NÛÇEYAN