• Piştî pêşangeha dijîtal ya Vincent Van Gogh û Frîdha Kahlo her diçe pêşangehên dîjîtal zêdetir dibin

Piştî pêşangeha dijîtal ya Vincent Van Gogh û Frîdha Kahlo her diçe pêşangehên dîjîtal zêdetir dibin. Niha jî di pêşangehên dîjîtal de dora Gustave Klimt e. Pêşangeha dijîtal ya Klimt dê li 13 bajarên dinyayê were nîşandan. 

Li gor nûçeya kovara Afar, berhemên Klimt yên bi navê “The Kiss” (1907) û Judith and the Head of Holofornes” jî di pêşangehê de werin nîşandan. Pêşangeha Klimt di sala 2022’an de li London û gelek bajarên Emerîkayê werin nîşandan.

Pêşangeha Klimt ya bi navê “Klimt: Immersive Experience” weke projeyeke nû ji hêla Exhibition Hub û Fever ve tê organîzekirin. Beriya niha heman ekîb pêşangeha Van Gogh jî lidarxistibû û eleqeyek baş dîtibû. Pêşangeha Klimt di meha Berfanbarê de li Miamî hatibû vekirin û niha jî li Los Angelesê tê lidarxisitin. Berhemên di pêşangehê de dê piştî Los Angeles li bajarên Atlanta, Boston, Chicago, Dallas, Houston, New York, Philadelphia were nîşandan. 

Li hêla din fîrmaya bi navê Culturespaces pêşangeha bi navê “Gustav Klimt: Gold in Motion” lidar dixe. Ev pêşangeh jî dê pêşî li New York’ê were nîşandan û paşê jî li mekanê bi navê “Hall des Lumieres” yê li Manhattanê were nîşandan.

NAVENDA NÛÇEYAN