- Ev pêşangeh di çarçoveya “Rojên Çanda Kurdî” ya 2021’ê de pêk tê. Pêşangeh dê 24’ê Îlonê (sibê) saet di 15:00’an de dest pê bike.
Komeleya Yekmal (Yekîtiya Malbatên Kurdistanê li Berlînê) bi piştgiriya Fona Civakî ya Ewrûpî û Dezgeha Senatoyê ya Întegrasyon û Karên Civakî, li Berlînê pêşangeha “Cilûbergên Kurdî yên gelêrî û hunerê dirûnê” li dar dixe. Di vê pêşanehê de kargeha dirûnê ya jinan wê berhemên xwe pêşkeş bike.
Ev pêşangeh di çarçoveya “Rojên Çanda Kurdî” ya 2021’ê de pêk tê. Pêşangeh dê 24’ê Îlonê (sibê) saet di 15:00’an de dest pê bike.
Yekmal hişyar dike û dibêje, “Divê beşdar jê haydar bin ku testa wan ya koronayê negatîf e. Yan belgeya wan a derziya parêza li dijî koronayê yan jî belgeya dibêje, bi koronayê ketine û rehet bûne, bi wan re hebe. Wekî din ji bo zarokên ji 12 salî piçûktir testa koronayê hewce nake.”
Navnîşana pêşangehê: YEKMAL e.V – Waldemarstraße 57, 10997 Berlin e
Kesên bixwazin biçin pêşangehê, dikarin qeydiya xwe bi rêya lînka li jêr çêkin;
BERLÎN