Pêşagehek ji bo Rojnamegeriya Kurdî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 24 Nîsan 2025 - 00:12

Li navçeya Kelarê bi boneya salvegera rojnamegeriya Kurdî pêşangehek ya nivîsên xweşik hat vekirin. Yek ji beşdarvanên pêşangehê got: “Yekem care em pêşangehek bi vî rengî li Kelarê vedikin. Ciwan nivîsîn rolek girîng di parastina nasnama Kurdî de heye.”

Li Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî ya Kelarê bi boneya 127’emîn salvegera rojnamegeriya Kurdî pêşangehek nivîsên xweşik ku ji aliyê Berzan Îbrahîm û Mistefa Seîd ve hatibûn amadekirin, hate vekirin. Nivîsên ku li ser tabloyan hatibûn nivîsîn ji pendên pêşiyan û ayetên Quranê pêk dihatin.

Di derbarê pêşangehê de Hunermend û ciwan nivîs Berzan Îbrahîm axivî û got: “Bi boneya roja rojnamegeriya Kurdî yekem care li Kelarê pêşangehek ya nivîsên xweşik tê vekirin. Tabloyên ku me amadekirine ji gotinên Helbestvan Pîremêrd, ayetên Quranê û çend mijarek din pêktên. Giringiyek zêde ya vê pêşangehê heye. Ji ber ku li Germiyan ev huner hatiye paşguhkirin û kompîter cihê wê dagirtiye.”

Berzan Îbrahîm da zanîn ku ew dixwazin qursên xweşik nivîsînê vekin û vê hunerê pêşxin. Berzan got: “Me ji ber wê çendê ev pêşangeh di vê rojê de vekir ji berku di destpêka rojnamegeriya Kurdî de beşek ji wan rojnameyan bi dest nivîsê bûn. Xweşik nivîsîn rolek giring di parastina nasnama Kurdî de heye.”

ROJNEWS/KELAR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.