Perwerdeya Rojava û Kurdî qebûl bikin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 26 Çile 2021 - 00:20

Xwendekarên Rojava ji Neteweyên Yekbûyî xwestin sîstema wan a perwerdeyê fermî qebûl bike.

Li Qamişloyê gelek xwendekarên dibistan û zanîngehên Rojava û dêûbavên wan pêr li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê civiyan. Ji ber ku 24´ê Çile Roja Perwerdeyê ya Cîhanî bû, xwendekaran ev çalakî organîze kir. Wan ji Neteweyên Yekbûyî xwest sîstema perwerdeyê ya Rojava qebûl bike. 
Yek ji çalakgeran Xanê Xelîl Îsa bû, wê got, “Em dixwazin zarokên me bi Kurdî perwerde bibin.” 
Yek ji slogana xwendekaran jî, “mafê me yê perwerdê heye” bû.

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.