MÎDYE MIQTED / JINNEWS / HELEB

Li Taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê Akademiya Kongra Star ji bo jinên ji pêkhateya Ereb ên di taxê de perwerde da destpêkirin. Bi navê perwerdeya Pakrewan Yusra Derwîş ji bo 15 rojan ev perwerde hatiye destpêkirin. Ev perwerde ji bo xurtkirina îdeolojiya jinan e. 21 jin tevlî vê perwerdeyê dibin. 

 Endama Akademiya Kongra Star Raniya Hemo derbarê destpêkirina vê perwerdeyê de wiha axivî:"Ev cara duyemîn e ku em di taxa Şêxmeqsûdê de perwerdeyên xweser, ji bo pêkhateyên ereb didin destpêkirin."

Perwerde bi encam bû 

Raniya di berdewamiya axaftina xwe de derbarê encamgirtina jinan a ji perwerdeyê de wiha got:"Jinên tevlî perwerdeyê bûne pir dixwazin ramanên Rêber Abdullah Ocalan nas bikin. Xwestin bi riya vê yekê, fikrê xwe û xwe azad bikin. Ji ber ku baş zanin azadiya wan encax bi riya fikir û ramanên Rêbertî gengaz bibe."

Di dawiya axaftina xwe de Raniya derbarê armanca wan a destpêkirina vê perwerdeyê de got:"Armanca me ya ji bo destpêkirina vê perwerdeyê, bi taybet ji bo jinên ji pêkhateya Ereb ew bû ku em bikaribin jinan bi rêxistin û zana bikin. Me xwest em ramanên Rêber Abdullah Ocalan ên ku zêdetir piştgiriya azadiya tevahî jinan dike, bi wan bidin naskirin. "

Kesayeta min xurt bû

Mamosteya ji pêkhateya Ereb a tevlî perwerdeyê bûye, Ehlam Hicazî derbarê pêşketina keseyeta xwe de axivî:"Ez spasiya akademiya Kongra Star dikim ku derfet ji bo me ava kir ku em jî cihê xwe di vê perwerdeyê de bigirin. Min gelek sûd ji vê perwerdeyê girt. Bi taybet ji aliyê pêşketina kesayetî de. Bi riya dayîna semînerên li ser rastiya PKK'ê, hevjiyana azad, zayenperestî û h.w.d me xwe pêş xist."  Di dawiya axaftina xwe de Ehlamê ji bo tevlîbûna perwerdeyan bang kir:" Ev çend car in ez wekî jineke ji pêkhateya Ereb perwerdeyê dibînim, lê her carê ji berê zêdetir ez pêş dikevim. Kesayeta min ji berê bi hêztir dibe û zêdetir em ramanên Rêber Abdullah Ocalan a ku banga azadiya tevahî jinan dike, nas dikin. Banga me ji bo tevahî jinan heye ku xwe tevlî perwerdeyan bikin."