Perwerdeya di konteyniran de!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 26 Çile 2023 - 04:00

Li nava sînorên rêveberiya perwerdeya Soranê, avahiyên nêzî 100 dibistanan konteynir in. Beşek ji van konteyniran jî xirab bûne û bi kêr nayên ku xwendekar tê de perwerde bibin. Mamoste û xwendekar ji vê rewşê bi gazin in. Rêveberê Perwerda Soranê jî got, pêwîstiya wan bi çêkirina zêdetirî 30 dibistanên nû heye.

Roj bi roj pirsgirêkên di warê perwerdeyê de zêde dibin, li gorî gotina pisporên perwerdê, pêvajoya perwerde û fêrkirinê bi sê tiştên sereke heye ku hevdu temam dikin. Ev jî hebûna avahiyên pêwîst, mufradat û asta xwendinê ne. Her dibistana ku ev sê tişt lê nebin, lê pirsgirêkên perwerdê û fêrkirinê peyda dibin. Niha tenê li sinorê perwerda Soran ku navenda wê navçeya Soran, Sîdekan û Xelîfan e, zêdetirî 95 dibistan hene yên ku avahiyên wan konteynir in.

Qalîteya xirab a konteyniran û xirabûna wan bûye sedem ku xwendekar di nav rewşeke xirab de perwerde bibin. Di dema baran yan jî berfbarînê de serbanên van konteyniran dilop dikin. Xwendekar ji ber vê rewşê nerehet dibin. Dîmenê yek ji dibistanên ku li navçeya Soranê ye û baran dikeve nava refan, ketin ber destên me.

Derbarê pirsgirêkên perwerdê yên li nava sînorên îdareya serbixwe ya Soranê, Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, şaxê wê yê Soranê gelek caran raporên taybet li ser rewşa dibistanan ji bo wezareta perwerdê û aliyên peywendîdar şandine. Lê bê bersiv mane. Yekîtiya Mamosteyan hişyar dike ji ber têkçûneke muhtemel a proseya perwerdê.”

 

Şerma hikûmetê ye!

Serokê Şaxê Yekitiya Mamosteyên Kurdistanê ya Soranê, Muslim Ebdullah derbarê rewşê de got, “Rewşa perwerdê li Kurdistanê bi giştî û li nav sînorê îdareya Soranê ya xweser gelekî pirsgirêkên mezin derdixe pêşiya me. Li dibistanan, ne mufredateke temam heye, ne avahî li gorî pêwîstiyan in. Her wiha asta xwendinê jî kêm e. Li nav sînorê perwerda Soranê, avahiyên dibistanan pêwîstî bi nûjenkirinê hene. Hinek jî divê ji nû ve werin avakirin. Ji ber ku ji hikûmetê re şerme divê serdemê de xwendekar di nava konteyniran de perwerdeya xwe bidomînin.”

 

Xemsariya hikûmetê

Muslim Ebullah da zanîn ku wan di civînên xwe de behsa pirsgirêkên heyî kiriye û raporên taybet ên li ser rewşa perwerdê yên li nava sînorê îdareya Soranê ji bo aliyên peywendîdar û wezareta perwerdê şandine. Muslum got, “Lê hikûmet di beramberî kêmaniyên perwerdehiyê de xemsar e û ne di xema başkirina rewşê de ye.”

 

Di bin dilopên baranê de perwerde!

Derbarê pirsgirêka avahiyên dibistanên li nava sînorê rêveberiya perwerda Soranê de jî, Rêveberê Perwerda Soranê, Ezîz Seîd got, “Pêwîstiya me bi avakirina zêdetirî 35 dibistanên nû heye. Ji ber ku beşek ji dibistanên me avahiyên wan gelek kevin bûne, pêwîstî bi avahiyên nû heye. Li gel vê jî par me hejmarek zêde ya dibistanan nûjen kirin.” Derbarê xirabûna konteyniaran de ku xwendekar tê de dersan dibînin jî Ezîz Seîd got, “Perwerde û fêrkirina li nava konteyniran de ne karekî baş e û pirsgirêkên wê zêde ne. Lê niha 95 dibistanên me weke konteyniran hatine damezirandin û bi vî awayî perwerde didome. Salane konteynir tên nûjenkirin. Hinek ji wan naylon bi serbanê wan de dikin da ku di dema baranê de dilopan nekin.”

 

Li Soran 95 dibistanên kabîne hene

Ezîz Seîd da zanîn li Soran pêwîstiya wan bi avahiyên nû ji bo dibistanan heye û got, lê heger li hinek cihan avahî nebin jî ew neçar in konteyniran deynin da ku xwendekar ji xwendinê bêpar nebin. Li nava sînorê rêveberiya perwerda Soran 271 dibistan hene û 95 ji wan konteynir in û 54 hezar xwendekar li wan dibistanan dixwînin. Lê xirabî û hilweşîna beşek ji avahiyên dibistanan tirs û fikar xistiye nav mamoste û xwendekaran. Ji bona wê daxwaza nûjenkirina dibistanan dikin.

ROJNEWS/SORAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.