Ji bo zindîkirina çandê, Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewreyeke perwerdeyê bi navê Şehîd Arjîn Amed li Akademiya Şehîd Bawer a taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê da destpêkirin. Dewreya Şehîd Arjîn bi tevlibûna 22 Endamên Hîlala Zêrîn 3’yê Tebaxê dest pê kir.
Endama Hîlala Zêrîn a Kantona Qamişlo, Bera Ferec Hesen dibêje, hêza jinan bi perwerdeyê xurtir dibe; “Ev cara diduyan e Hîlala Zêrîn dewreyên perwerdeyê di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de vedike. Bi rastî gaveke pîroz û serketî ye û şansek e ku pê em dikarin xwedî li çand û dîroka xwe derkevin. Perwerde di nava jiyanê de pirr girîng e, ji ber ku lêvegerek e. Dema mêjî birçî yan tî dibe, pêwîstiya wî bi zanebûnê heye, ev zanebûn jî bi rêya perwerdeyê tê. Heger em dîrok û çanda xwe nas nekin, em ê ti carî nikaribin bi ser bikevin. Lewma serokatiyê li ser perwerdeyê pirr israr kiriye û her tim bengewaziya perwerdekirinê kiriye.”
Her yek ji kantonekê
Bera dibêje, ew bi vê dewreyê dixwazin çand û nirxên pîroz biparêzin: “Rast e, em hemû Kurd in, lê her yek ji me ji kantonekê beşdarî perwerdeyê bûye. Bi rêya her yekê ji me çanda herêma me tê nasîn. Dema em dîrok û çanda xwe nas nekin, em ê xwe winda bikin. Dema mirov dîrok û çanda xwe nas bike, mirov armanca xwe jî diyar dike. Dijmin ji bo ku bingehê civakê ji hev bixe, êrişên di warê şerê teybet de dide meşandin. Em jî di vê pêvajoya girîng de hewl didin bi rêya têgihîştina rastiyê bibin bersiv.”
Pergala perwerdeyê girîng e
Endama Hîlala Zêrîn a Kantona Şehbayê Zîlan Sîdo jî behsa pergala perwerdeyê dike, “Pergala perwerdeyê ji bo me pirr girîng e, me fêrî rêxistina demê dike. Em rojane saet di 6’an de radibin, bi hev re sporê dikin paşê em dest bi perwerdeyê dikin. Em waneyên çand û exlaq, girîngiya perwerdeyê, rêbaz, rêbertî, civaka xwezayî û girîngiya perwerdeyê dibînin. Heta seat 12’an navber e. Seat 3´yan waneyên xwe heya seat 6’an dewam dikin. Her wiha êvarê em kom dibin û bi hev re stranan dibêjin, pirtûkan dixwînin, li sînevîzyonên li ser çandê temaşe dikin.”
Dewre dê heyvekê bidome.
JINHA/HESEKÊ