Perwerdehiya li Mexmûrê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 18 Cotmeh 2021 - 01:51

  • Mamoste Xelîl Bîlen behsa perwerdehiya Kurdî ya li Mexmûrê dike. Halê hazir li wargehê 5 Dibistanên Dayîkê, 4 Seretayî, 2 Navîn û 2 jî Amadeyî hene. Bi giştî 3 hezar û 500 xwendevan û 150 mamoste hene.

IDRÎS KARA  /  MEXMÛR

Li wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê sala nû ya xwendinê destpêkir. Li wargehê 5 Dibistanên Dayîkê, 4 Seretayî, 2 Navîn û 2 jî Amadeyî hene. Bi giştî 3 hezar û 500 xwendevanên Mexmûrê û 150 mamosta li Mexmûrê hene. Li gorî pergala perwerdeyê ya Mexmûrê, her du sal carek konferansa warê perwerdeyê çêdibe û rêveberên nû tên hilbijartin.

Berdevkê Komîteya Perwerdeyê ya wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr Xelîl Bîlen, derbarê pergala perwerdeyê ya li Mexmûrê, zoriyên di warê perwerdeyê de, êrişên li ser qada perwerdeyê û girîngiya perwerdeya li Mexmûrê nirxand.

Xelîl Bîlen destpêkê ragihand ku sîstema perwerdeyê ya li Mexmûrê li ser bingeha paradîgmaya demokratîk, jiyana ekolojîk û wekhev hatiye avakirin. Di pergala Mexmûrê de hemû mirov, çand û ol wekhev tên nirxandin û kes cihêtiyê naxe nevbera wan.  

Li gorî mamoste Xelîl dibêje, qada perwerdeyê ya Mexmûrê çavkaniya pirtûkên xwe ji dîroka Kurdan, pirtûkên berê yên Kurdî girtiye û li ser vê bingeha xwe pêş xistiye. Pirtûkên weke Bîrkarî, Biyolojî û gelek dersên din jî li gorî pirtûkên navneteweyî hatine amadekirin û hemû jî bi zimanê Kurdî ne.

Bi zimanê dayikê radibin û fêr dibin

Mamoste Xelîl behsa girîngiya dibistanên li Mexmûrê ji bo gelê Kurd, bi taybet jî zimanê Kurdî dike û dibêje;

“Xwendevanên me li Mexmûrê hemû bi zimanê dayîkê radibin û fêr dibin. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê zimanê Kurdî tê asîmlekirin, ji ber wê girîngiya zimanê Kurdî ya li Mexmûrê nû derdikeve holê û xwedî girîngiyek taybet e. Ji bo zimanê Kurdî tine nebe, îro girîngiya dibistanên li Mexmûrê li berbiçav dibe. Em dixwazin perwerdeya li Mexmûrê, ji bo her çar parçeyên Kurdistanê bibe çavkanî û bikeve meriyetê. Ger ev were kirin, wê zimanek netewî yê Kurdan jî çêbibe. Pirtûkên me hene, em dixwazin hemû Kurd jê feyde bibînin. Bi taybet îro li Rojavayê Kurdistanê, pirtûkên me bûne çavkaniyek girîng.

Neteweyên Yekbuyî alîkarî nade

Mamoste Xelîl di dewama axaftina xwe de diyarkir ku bi ti awayî Neteweyên Yekbûyî alîkariyê nade dibistanên wargehê. Xelîl dibêje, tevî wargeh dibin sîwana Neteweyên Yekbûyî deye, lê ne Iraq, ne Herêma Kurdistan, ne jî Neteweyên Yekbûyî alîkariyê nade. 

Xelîl, xasma behsa nebûna holên dibistanan dike û dibêje, dibistanên niha xwendevan têde dixwînin gelek kevnin, egera hilweşînê heye. Her refek nêzî 40 xwendevan têde dixwînin, ger erdhejek piçûk jî çêbibe, wê karesatek mezin çêbibe.

Dixwazin nifşên nû nexwînin

Mamoste Xelîl behsa rewşa xwendinê ya dibin êriş û gefên dewleta Tirk de jî dike û wiha diaxive; “Beriya çend mehan dewleta Tirk carek din êrişî dibistanên me kir. Bi êrişan dixwazin nifşên nû bitirsînin, dixwazin rewşek awarte bixin wargehê da ku dibistan neyên vekirin. Armanc sekinandina perwerdeya li Mexmûrê ye, lê ji bo me sekna gel bingeha civakê ava dike û ev sekn pirr bi mane ye. Bi van êrişan dixwazin li vir jî Kurdî qedexe bikin û asîmle bikin. Tirk û PDK dixwazin zarokên Mexmûrê nexwînin.”

Armanc valakirina wargehê ye

Ji ber ku ti saziyek alîkariyê nade dibistanên Mexmûrê, xwendevan û mamosta bi xwe pêdiviyên xwe bi cî tînin. Mamoste Xelîl li ser vê jî got; “Mamostayên me xwe bexşin, tevî di warê aborî de her mamostayek zoriyek mezin dijî, lê ji bo ku zarok ji bo ku nifşê nû fêrî xwendin nivîsandinê bikin, bi israr in. Em dixwazin têkoşîna xwe bigihînin serkeftinê. Tenê navê Neteweyên Yekbuyî heye, qaşo li her cihî alîkariya zarokan dikin, lê Mexmûr nayê dîtin û jibîr kirine. Netweyên Yekbûyî li hemberî êrişên li ser zarokên wargehê jî bêdeng e, bi ti awayî erkê xwe bi cih naîne. Armanca van êriş û gefan valekirina wargehê ye.”

PDK alîkariyên me desteser dike

Mamosta Xelîl diyarkir ku heger ji saziyek yan jî rêxisinek mafê mirovan alîkariyek ji bo wan bê, yan jî li ser navê wan alîkariya Wezareta Perwerdeyê bê, ji aliyê PDK’ê vê tê desteser kirin. Ji ber ku dibistanên wargehê girêdaya Wezareta Perwerdeyê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê ye, her sal kel û pelên weke, mase, defter, pirtûk û gelek tiştên ji bo dibistanan tên. Lê PDK wan alîkariyan desteser dike. 

Li gorî mamosta Bîlen PDK û dewleta Tirk bi van zextên li ser warê perwerdeyê, wargehê hemû hedef digre. Wek sedem jî got; “Di çavê Erdoxan de her xwendevanek Mexmûrê, sîlehek e. Ji ber wê jî di hemû aliyan de êrişên xwe zêde dikin. Em dibînin di roja me ya îro de li her çar parçeyên Kurdistanê êrişî çavkanî, xweza, çand û dîroka Kurdistanê dikin. Bi vê ve girêdayî dizanin ku Mexmur niha ji bo hemu Kurdan e, êrişî pergala wê dikin. Ji ber ku perwerdeya li Mexmûrê bi zimanê dayîkê ye, wê piştre ev şagirtên Mexmûrê weke hewariyên Îsa zimanê Kurdî belavî hemû cîhanê bikin. Ji ber vê jî Mexmûr di hedefê de ye.”

Alîkariya zarokên Mexmûrê bikin

Herî dawî mamoste Xelîl banga alîkariyê li her kesî dike; “Em dixwazin saziyên navnetewî, Kurd û dostên xwe, Mexmûrê bibînin. Çawa ev sazî alîkariyê didin zarokên din ên li cîhanê, bila alîkariya zarokên Mexmûrê jî bikin.  Herî zêde pêwîstiya me bi kel û pelên xwendevanan, bi taybet jî pêwîstî bi çêkirina dibistanekê heye. Ji ber ku laburatwarek yan jî amêrek din ê wan nînin, hinek xwendin nîvco dimînin. Yanî di warê teorî de her tişt tê dayîn, lê ji ber ku kel û pel nînin, di warê pratîkî de nayên ceribandin. Xwendevan zêdene dibistan kêm in. Her kesê bixwaze, dikare alîkariya me bike. Bila em di bîra we de bin bes e. Îsal perwerdeya me carek din destpê kiriye. Wê sala nû ya 2021-2022’an jî bi serkeftî dewam bike, xwendevan û mamoste jî bi kelecan in.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.