EHMED EL ESAF / ANHA / REQA
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê di 3'yê Tîrmehê de li ser daxwaza Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser biryara girtina peymangehên taybet ên Reqa û gundewarên wê da.
Têkildarî mijarê, Cîgirê Hevseroketiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Azad Berazî got:"Ev biryar ne wiha bê armanc hatiye derxistin, ew di encama giliyên şêniyên li peymangehên taybet de hatiye dayîn."
Bazirganiyê red dikin
Berazî destnîşan kir ku dema fêrkirin dibe tiştekî madî û vediguhêze bazirganiyê wê demê ew nirxê xwe ji dest dide û ev tişt ji aliyê Rêveberiya Xweser û civakê ve jî tê redkirin.
Berazî got:"Li Reqa û gundewarên wê 40 peymangehên giştî hene, dibe ku ev peymangeh têra hejmara şagirtan neke lê belê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê ji bo vekirina peymangehên din dixebite."
Barê xelkê tê sivik kirin
Berazî da zanîn ku kadroyên perwerdeyê yên li peymangehên herêmê xwedî pisporiyeke mezin in û armanc ji vekirina van peymangehan dûrxistina fêrkirinê ji bazirganiyê û sivikkirina barê welatiyan di aliyê aborî de ye.
Berazî di dawiya axaftina xwe de got:"Peymangehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû mamosteyên herêmê vekirî ne û em hêvî dikin ku ew xwedî li erkê xwe yê exlaqî û yê mirovî yê li hember zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkevin."