Perspektîfeke ji bo xwedîtinê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 15 Îlon 2022 - 21:09

  • Felicia Simion ji bo ku xwe ji depresyona piştî anîna dinê ya zarokê xilas bike, û ji nû ve xwe bi xwezayê ve girê bide, rêyeke dûr dide ber xwe diçe Îzlandayê. Ew dibêje: Meriv nizane wê xwezaya li Îzlandayê bi ku ve girêbide. Lewma ji bo vê projeya min cihê herî rast Îzlanda bû.

Hin caran, dema jin ducanî dibin û zarokan tînin dinyayê, ev pêvajo li ser ruh û psîkolojiya wan tesîreke ne baş çêdike. Heta depresyona piştî ducanîbûnê jî heye, yanî piştî jin zarokê tînin dinyayê û bi şûn ve, ev depresyon rû dide. Her wiha ev depresyon weke “Postpartum Depresyon” (PPD) jî tê binavkirin. Ev, yek ji komplîkasyonên ducanîbûnê ye û heta bi anksiyeteyê dikare ruhê jinan tengav bike û wan aciz bike. Ji bo hinek jinan rewşa piştî bi hemlebûnê, hêsan derbas dibe û bi vê depresyonê re rû bi rû namînin, lê ji bo hinan jî gelek zehmet derbas dibe û ev depresyona PPD derdikeve holê.  

Felicia Simion wênegirike jin a Romen e. Piştî ku zorakê tîne dinyayê, wisa hîs dike ku ew ji xwezayê qut bûye, yanî ti tişt weke berê hîs nekiriye. Dema ew ji bajêr dûr diket û xwe li xwezayê digirt, êdî weke berê xwe aram hîs nedikir. Ew bi vî awayî pê hesiyaye ku depresyona PPD bi wê re dest pê kiriye. Ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bike û rehet hîs bike, dest bi projeyeke nû dike û bi xêra wênegirtinê xwe baştir hîs dike. Ji bo ew projeya xwe ya bi navê “Rewired” pêk bîne, ji bajêr direve. Tenê ne ji bajêr, her wiha ew welat jî diguhere û diçe Îzlandayê, vê projeya xwe ya wêneyan pêk tîne. Wê xwestiye li wir xwe careke din bibîne û bi ser xwe ve were. Felicia Simion vê reva xwe wiha tîne ziman, “Piştî ku min xwe li xwezaye xerîb hîs kir, min xwest bêhtir xwe li insanan bigirim û li bajêr rehettir bibim. Ez çûm kafeyan, kolanên qerebalix û min xwest di nav xirecira bajêr de xwe winda bikim û hin tiştan ji bîr bikim. Lê ti tiştî dilê min rehet nekir.”  

‘Ruhê min dibû yê berê’

Felicia Simion di nav xwezaya Îzlandayê de dest bi projeya xwe dike û bi ben û kindiran xwe bi zinaran yan jî keviran ve girêdide. Tenê ne zinar û kevir, her wiha ew li ber golên krater û okyanûsan jî dîsa bi heman benî xwe girêdide û projeya xwe hîn balkêştir dike. Ew bi vî awayî dixwaze dîsa bi xwezayê ve girêdanekê ava bike û bi vî awayî têkiliya di navbera insan û xwezayê de nîşanî xelkê bide. 

Benên sor, şîn û zer bi kar tîne ji bo van wêneyê xwe. Dema wê ev proje bi rê ve biriye, zehmetî jî dîtine û van zehmetiyan wiha rave dike: “Dema min dest bi vê rêwîtiyê kir û xwest ev proje temam bibe, gelek serpêhatiyên min çêbûn. Bayekî ku şideta wê di saetê de 70 kîlometre dihat, her wiha serma û seqem jî hebû. Hin tûrîstên ku min didîtin jî ev karê min ji wan re ecêb bû û weneyên min digirtin.” Lê Felicia Simion bi bîr dixe ku ew qet netirsiyaye li hember sûlavên mezin, golên krater û okyanûsan karê xwe domandiye û projeya xwe biriye serî.

Simion dibêje, “Weke ku tiştekî min ber bi ruhê min ve bikêşe, min hîs kir ku xwîn li damarên min dîsa digere û ez bi ser xwe ve têm.”

‘Min xwest bi xwezayê re bibim yek’

Felicie Simion vê projeya xwe weke jinûve têkiliya xwe bi xwezayê re kifş bike, bi nav dike û dibêje, “Min xwest bi perspektîfeke nû li xwe binihêrim, yanî ez ewqas jî rehet nîn bûm dema min ev proje çêkir. Ligel aramiya xwezayê, her wiha ew bi hêrs bû jî. Ji xwe min jî ev yek dixwest. Heta ji min hat, min xwe bêhtir nêzî xwezayê kir, min xwest ez bi xwezayê re bibim yek. Yanî ji bo ez têkiliya xwe ya winda ya bi xwezayê re ji nû ve saz bikim, min xwest xwe bi xwezayê ve girêbidim.”

‘Xwezaya Îzlanda gazî min dikir’

Felicia Simion ji bo biryara xwe ya Îzlandayê jî dibêje, “Ez jî baş nizanim, lê min wisa hîs kir ku xwezaya wir, bi min re axivî û gazî min kir. Xweza li wir hîn bêhtir dijwar e. Ji ciwaniya xwe ve min dixwest herim wir û wêneyan bigirim. Xwezaya Îzlandayê bi rastî jî naşibe xwezayên din û weke ku meriv li dinyayeke din be xwe wisa hîs dike.

Ez xwezaya li wir weke ‘sendromeke derveyî vê dinyayê’ bi nav dikim. Meriv nizane wê xwezaya li wir çawa rave bike û bi ku ve girêbide. Ji ber van sedeman, ji bo vê projeya min cihê herî rast Îzlanda bû.”

Felicia Simion behsa projeya xwe ya bê jî dike û dibêje, ew ê li gundekî Romanyayê derbas bibe. Dixwaze bi riya vê projeya xwe ango bi wêne-belgeyan balê bibe ser pirsgirêkên avhewayê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.