• Hunermenda bi eslê xwe Filîpînî Bea Camacho bi tayên hirî yan jî orlon, li dora xwe di nava 11 saetan qozeyekê dihûne.

Tiştên nû, nexasim di huner de her car, ne ku bi rastî nû ne. Rast e, afirîneriyeke xurt, carinan sembolîzmeke ku peyamên xurt dide, hebin jî şibihîna hin tiştan jî eşkere wê afirîneriyê di warê performansê de asê dike. Lê ma qîmeta wî hunerî kêm dibe. Ev mijareke din e ku li serê nakokî hene.
Axir, hunermenda bi eslê xwe Filîpînî Bea Camacho hunerekî welê dike: Ew bi tayên hirî yan jî orlon, li dora xwe di nava 11 saetan qozeyekê dihûne. Ew ji vê re "bombekirina bi hevrîşm" dibêje. Ew bi vê performansa xwe bersivê dide pêşangeha "Fiber Sculpture: 1960-Present (Peykerên bi ta: 1960-niha)" ku li ICA (Instîtuya Hunerê Modern) ya Londonê tê nîşandan.
13´ê Cotmehê û 15´ê Cotmehê li ICA´yê Bae Camacho wê performansa xwe çêke. Beriya niha wê ev performansa xwe kiribû û 11 saetan dewam kiribû heta ku wê qoze li dora xwe hûnandibû.

Tecrîd, ewlehî û performans

Hûnandin - hunermend bi xwe li ber vê bi nav kirinê radibe, bi ya wê divê mirov bibêje, çêkirina qozeyê -, qoze bi xwe jî ne tiştên wê çêkirî ne; yek jê ji hunerekî kevin ên insanan wergirtî ye, ya dinê jî ji çavdêriya heywanan.
Jixwe, gava mirov bikeve muzeyekê û wê bibîne, wê bifikire ew rûniştiye û ji xwe re kîsekî xewê dihûne; vêca! Lê ya rastî hunermend bi xwe dibêje, projeya wê elaqedarî fikrên tecrîd, ewlehî, star û bigewdekirina hawîrdora xwe bi xwe ye. Heger wisa ye, naxwe bi performansa xwe ew 11 saetan hewl dide xwe ji xelkên li performansê temaşe dikin, tecrîd bike, xwe ji wan qut bike. Ew qoze tecrîd û stara hunermendê bi xwe ye jî.

Fena fî el-mekan

Di performansekê de wê rengê tayê pê qozeya xwe dihûna û rengê dewrûbera xwe wekhev hilbijartibû. Hingê jî gava hûnandina qozeyê bi dawî dibû, ew ne tenê tecrîd dibû, ew êdî wenda dibû, nexûya dibû. Bi gotineke din, di nava hawîrdora xwe de yanî di mekên de "fena" dibû.
Hunerê Camacho bi van performansan sînoran zelûl dike, wan sînorên di navbera wan tiştan de ku ew bi ta dikare bike: huner, cilûberg, mîmarî. Çêkirina qozeyekê weke performanseke hunerî, di heman demê de li materyalên huner dinihêre weke ku ew organîk bin û li gorî dilê hunermendê/î karibin bitewin.

LONDON