Pere birin, got, huner e

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 29 Îlon 2021 - 02:42

Jens Haanging ji muzeya danîmarkî ya bi navê Kusnten, Muzeya Hunerê Hevçax a Aalborgê 534 hezar kronên Danîmarkî pereyên pêşin wergirtin da ku di înstalasyonekê bi cih bike. Ev jî qederê 84 hezar dolarên Emerîkî dike. Axir piştî ku pere wergirtin, wî înstalasyona xwe "hinekî" guherand. Wî du panoyên spî û vala ji bo înstalasyona xwe bi kar anîn û navê wê jî kir, "Rahêje pereyan û bireve".

Hunermend bi muzeya Kunsten re li hev kiribû ku bi van pereyan dahata Awusturyayiyekî û ya Danmarkiyekî bi berhema hunerî li ber hev bigire û nîşan bide. Lê gava muzeyê qutiyên hunermendî şandin, vekir, dît ku pereyê pêşîn tê de nîne. Çarçoveyên ser wan cam jî spî boz weke meydaneke xalî bûn. Lê hunermend navekî nû li berhema xwe kiribû ku tam jî tişta kirî îfade dikir: Rahêje pere û bireve!

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.