‘Pengava Rengan’ li Silêmaniyê bû

Nûçeyên Jin

Pêncşem 2 Adar 2023 - 10:08

Pêşangeha ‘Pêngava Rengan’ bi beşdariya hunermendên ji Rojhilatê Kurdistanê li Silêmaniyê hat vekirin. Pêşangehê bal bire ser mijarên li ser jinan.

Pêşangeha ‘Pengava Rengan’ a di 26’ê Sibatê de li hola Muzexaneya Nîştimanî Emnesor a li bajarê Silêmanîyê bi hevkariya galeriya Artibişin Taran û galeriya Ayrin Taran hat vekirin. Pêşangeh çar rojan li xelkê vekirî bû û doh bidawî bû.

Di pêşangehê de navenda 7 rengan di aliye wênekêşî û xêzkirinê de, 39 hunermendên ji Rojhilatê Kurdistanê û Tehranê bi 150 tabloyan beşdarî pêşangehê bûn. Bi pirranî berhemên hunermendên jin ên û berhemên li ser jinan hatin nîşandan.

Şêwekara ji Tehranê, Nazenîn bi du tabloyan beşdarî pêşangehê bûye. Wê got, “Tabloyên min behsa ruyê firîşte yên jinan dikin, çendîn xeyalên cûr be cûr hene û ti kes nikare alîkariyê bike û behsa êşên ku jin dikêşe bike.”

JÎNHA / SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.