- Li Emerîkayê nivîskarekî û mîmarekî bi hev re înstalasyoneke bi navê ““UNPACKED: Refugee Baggage” birine serî da ku balê bibin ser serpêhatiya peneberên Emerîkayê. Wan ji bo înstalasyona xwe got: Em bi vê xebata xwe penaberan bi awayekî romantîk nîşan nadin û ji vê hestê direvin. Heta ji me hat, me ew bi hêlên insanî nîşan dan.
Panebarî serpêhatiyeke dijwar e. Hin caran insan pê re nagihîjin ku rahêjin tiştekî xwe û tenê bi baholekê warê xwe diterikînin. Ji lewma bahol di rêwîtiya penabertiyê de nîşaneyeke girîng e ji bo kesên ku mala xwe terikandine. Nivîskar Ahmed Badr jî yek ji wan peneberan e ku welatê xwe Sûrî terikandiye. Muhamed Hafiz jî ku ew weke mîmar û peykersazekî dixebite, ji Iraqê berê xwe daye Emerîkayê. Yanî ew her du jî penaber in û piştî salên dirêj ên li Emerîkayê, ew niha weke hemwelatiyên Emerîkayê tên hesibandin. Ahmed Badr û Muhamed Hafiz weke du penaberên ku ji welatê xwe bûne, xebateke hevpar a di derbarê penaberên li Emerîkayê de birine serî.
Xebata wan a ku weke înstalasyoneke multîmedyayî hatiye sêwirandin balê dibe ser serpêhatiyên penaberên li Emerîkayê. Ji bo ew xebata xwe ya bi navê “UNPACKED: Refugee Baggage” bibin serî, wan bi gelek malbatan re yên koçberî Emerîkayê bûne, hevdîtin kirine. Wan li serpêhatiyên malbatan guhdarî kir û ev serpêhatî qeyd kirin. Ji ber ku ew bi xwe jî penaber in, ev xebat ji bo wan jî pirr girîng bû û dilê wan bi vê xebatê zîztir bû.
Serpêhatî û tiştên li pey penaberan mane
Ahmed Badr û Muhamed Hafiz ji bo her malbatê baholek sêwirand û ev bahol li gorî serpêhatiyên malbatên koçber, bi malzemeyên ku wan li pey xwe hiştibûn, hatin dagirtin. Ev malzeme di hin baholan de kursiyek, di hin baholan de xalîçeyek, di hin baholan de jî wesayît yan jî guldankek e. Di baholekê de jî taştêya sibehê heye, taştêya ku malbatê ew nîvco hiştibû û bi zorê canê xwe xelas kiribû ji ber bomberanên balefirên şer! Yanî ev bahol bi awayekî dîtbarî temsîla wan şert û mercên dijwar ên ku penaberan li pey xwe hiştine, dikin. Tenê ne bi awayekî dîtbarî, her wiha dengên penaberan jî li ser van baholên sêwirandî zêde kirine û înstalasyon bi awayekî bihîzyarî jî balê dikişîne ser xwe. Piştî ku xelk li van serpêhatiyan guhdarî dikin û bi awayekî dîtbarî jî hundirê baholan dibînin bivênevê nihêrînên wan ên dijminane yên derbarê penaberan de jî diguherin. Ji lewma li Emerîkayê navê penaberan bi awayekî baş nayê hilanîn û derbarê penaberên li wir bi cih bûyî de jî agahiyên şaş tên dayîn. Ev xebata li ser penaberan hewl dide vê şaşîtiyê ji holê rake.
Serpêhatiyên di deh baholan de kom bûne
Projeya bi navê “UNPACKED: Refugee Baggage” ji deh baholan û neh dîwaran pêk tê. Weke înstalasyoneke mezin hatiye sêwirandin. Afirînerên projeyê Ahmed û Muhamed bi endamên hin malbatan re yên ku ji Iraq, Efxanistan, Kongo, Sûriye, Îran û çend welatên din penaber bûne, hevdîtin pêk anîne. Ji bo ku projeya wan tenê bi Sûriye û Iraqê neyê zanîn, wan gelek penaberên din jî li projeyê zêde kirine. Bi vî awayî ew di warê gerdûnî de balê dibin ser krîzên penaberan ku niha li dinyayê yek ji pirsgirêkên sereke ye. Muhamed weke mîmarekî bi pey hûrgiliyan dikeve û Ahmed jî pirsan ji penaberan dike. Hin pirsên ku wan ji penaberan pirsîne ev in; “Hûn dikarin behsa odeya xwe bikin?”, “Mobîlyayên we çi reng bûn?”, “Dîwarên xaniyên we bi çi rengî hatibûn boyaxkirin?”, “Di destê we de fotografên xaniyê we hene?” û gelek pirsên bi vî awayî. Gava wan ev pirs ji penaberan kirine, penaberan nizanîbû dê tiştekî bi çi awayî ji van pirsan derkeve. Lê Ahmed û Muhamed piştî vedigerin studyoyê bi saya dengê wan, hundirê baholên ku ew ê weke înstalasyonekê hazir bikin, disêwirînin.
Peyva ‘penaber’ naxin çavê insanan
Gava wan înstalasyona xwe li pêşangehê nîşan daye, heta ji wan hatiye peyva “penebar” veşartine, wan tenê li cihekî bi awayekî nivîskî gotiye “penaber” û wekî din wan li ti deverê peyv beloq nekiriye û nexistiye çavên xelkê. Beriya ku bîner bi pêşhukman nêz bibin û bibêjin; “Deqeyekê, ev kes penaber in û li Emerîkayê dijîn?” wan bi vî awayî pêşî li vê pêşhukmê girtiye û xwestine bîner bêhtir bala xwe bidin ser serpêhatiyên van kesan, beriya ku ew zanibin ew penaber in.
Penaberan bi awayekî romantîk nîşan nadin
Ahmed û Muhamed ji bo dilsoziya xwe nîşanî malbatên penaber bidin, wê înstalasyonên xwe ti carî nefiroşin. Wan xwestiye bi vê înstalasyonê xelkê hişyar bikin û xwe weke aktivîstan didin nasîn. Ji lewma jî heta ji wan tê, ew înstalasyona xwe li pêşangehan nîşan didin û dixwazin bi vê xebata xwe ya balkêş bala xelkê bibin ser pirsgirêkên penaberan. Muhemed Hafiz got; “Em bi vê xebata xwe penaberan bi awayekî romantîk nîşan nadin û ji vê hestê direvin. Heta ji me hat me ew bi hêlên insanî nîşan dan. Her wiha em fikrekê yan jî nihêrînekê li ser bîneran ferz nakin. Yanî bila ew bibînin û guhdarî bikin û bi xwe biryara hin tiştan bidin. Di vî zemanê xerab de xelk bi dijminatî nêzî hev du dibin û ji hev hez nakin. Divê bêyî ku em hev du bi tiştan sûcdar bikin, ji hev hez bikin û bi pêşhukman nêzî hev du nebin.”
NAVENDA NÛÇEYAN