- Navenda PENa Kurd li li Stockholmê, xelata rûmetê da çar rewşenbîr û kedkarên wêjeya Kurdî.
ŞINOYÎ MENDAN/STOCKHOLM
Navenda PENa Kurd li pirtûkxaneya Kurdî ya li Stockholmê, xelata rûmetê da çar rewşenbîr û kedkarên wêjeya Kurdî. Xelat di merasîmeke bi beşdariya komek ji rewşenbîr, dildarên wêje û helbesta Kurdî, nivîskar û helbestvan, hatin dayîn.
Di kombûnê de destpêkê Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan peyivî û got: "Armanca me ew e ku em rêzê ji wan kesan re bigirin ku li çand û wêjeya Kurdî xwedî derketine. Kesên navbirî di nava xebatên wêjeya Kurdî de xwedî kedeke mezin û nirxdar in. Bi taybetî ji bo azadkirina rewşenbîr û nivîskarên girtî pirr kar kirine. Heta bi roja îro jî her du kesên biyanî jî xwedî erkên manedar in. Her wiha ji bo ku di navbera nivîskarên Kurd û biyanî de pireke hevgirtinê ava bikin û wan bînin gel hev."
Piştre her du rewşenbîr û nivîskarên biyanî ku di nava civata rewşenbîrî û wêjenasên zimanê Kurdî de têne naskirin Eugene Schoulgin ê 81 salî yê Norwêcî û Terry Carlbom ê 85 salî yê Inglîz, rewşenbîr, nivîskar û helbestvan Refîq Sabir ê ji başûrê Kurdistanê û Mihemed Emîn Bozarslan hatin xelat kirin. Her du xelatgirên rûmetê derketin pêşberî beşdaran, beriya ku dest bi axaftinên xwe bikin, li ser jiyan û xebatên wan bi awayekî berfireh agahî hatin dayîn. Her du xelatgiran jî kefxweşiya xwe ji bo wergirtina xelata rûmetê diyar kir û li ser rewş û girîngiya ziman nihêrînên xwe anîn ziman.
Xelat nîşana nirxdayêna wêjeya Kurdî ye
Eugene Schoulgin û Terry Carlbom ku salên dirêj in di nava xebatên saziya PENa Kurd de cih digrin, bi taybetî ji bo azadkirina rewşenbîr û nivîskarên girtî pirr xebatên mezin kirine, heta bi roja îro jî her du jî xwedî erkên muhim in. Piştî hin pirs û bersivan xelatên xwe yên rûmetê ji hêla endamên PENa Kurd wergirtin.
Di dewama bernameyê de Bêrîvan Doskî li ser xebatên girîng ên PENa Kurd şîrove axaftin kir. Di dewamê de li ser jiyan, kar û xebatên rewşenbîr û helbestvanê navdar ê Kurd Refîq Sabir ji beşdaran re agahî hate dayîn. Refîq Sabir got, "Lazim e her kes zanibe, heger zimanê me yê Kurdî têk biçe, tu ferqa me ji Fars, Ereb, Tirk yan biyaniyekî namîne. Ji ber ku ziman, hebûna me ye. Helbest me bi hezkirin, xweşikî, bedewbûnê fêrî xweşî û jiyanê dike."
Piştî axaftina Refîq Sabir, wî jî xelata xwe ya rûmetê ji dest nûnerên saziya PENa Kurd wergirt û got: "Dayîna xelateke wisa ji bo min şanazî ye û ez vê xelatê ji bo nirxdayîna wêjeya Kurdî pirr watedar dibînim.” Piştre Mihemed Emîn Bozarslan jî ku ew bi xwe ne amade bû, xelata wî dan kesê ku nûnertiya wî dikir.
Piştî axaftin û dayîna xelatê, gelek helbestvan û dildarên wêjeya Kurdî, helbest xwendin û bi gotina çend stranên gelêrî, merasîm bi dawî bû.