- Christiana Calderon ya temenê wê 93 salî ku weke ji kesên dawî ya bi zimanê Yaghanî diaxivî, wefat kir.
Christiana Calderon ya temenê wê 93 salî ku weke ji kesên dawî ya bi zimanê Yaghanî diaxivî, wefat kir.
Christiana Calderon ji ber nexweşiya Covîd 19 li herêma Magnalles ya Şîlî yê jiyana xwe ji dest da. Keça Calderon Lidia Gonzalez ku weke alîgirê Serokê Konvansiyona Makeqanûnê kar dike diya xwe wiha bibîr anî; “Ji ber di dema mirinê de ez ne li gel we me xemgîn im. Lê divê hûn dizanibin ez çi dikim ji bo we û gelê me ye.”
Rêûresma Yaghanî vejand
Calderon di sala 1928’an de li Isla Navarino hatiye dinê. Wê di temenê xwe de tim hewlda ku rêûresm û baweriyên koçberên kanoyan bidomîne. Ji ber vê yekê jî di nav civaka Villa Ukika de jiyana xwe domand. Weke keseke çalak ya vê civakê di temenekî piçûk de hînî zimanê Spanyolî bû. Ji bo karibe li 9 zarok û 14 neviyê xwe binihêre demek dirêj sêlikên Yaghan çêkir û bi vî awayî rêûresma Yaghanî vejand.
’Min xwe gelek tenê hîs kir’
Gelek endamên malbatê ji ber cudakariyê nikarîbûn zimanê Yaghanî hîn bibin. Calderon di axavtina xwe 2016’an de ya li gel El Paisê wiha digot, “Dema xwîşka min Ursula wefat kir, keseke ku bi zimanê dayikê pê re bipeyivim nema. Min xwe gelek tenê hîs kir.”
Neviyê Calderon Cristina Zarraga tevî CD’yekî ferhengeka Yaghanî û Spanyolî hazir kiriye û di heman demê de edîtoriya stran û çîrokên gelerê yên Yaghanî kiriye.
Piştî mirina Calderon keseke ku bi zimanê Yaghanî biaxive nema.
PUERTO WILLIAMS