PDK ji 15´ê Tebaxê hêrs bûbû

Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand —

Duşem 16 Tebax 2021 - 23:59

Rojekê piştî salvegera pêngava 15’ê Tebaxê, ku di heman demê de salvegera şehadeta pêşengê civaka Êzîdî Mam Zekî Şengalî ye, dewleta Tirk li dijî Şengalê li ser hev du êriş pêk anîn, li gorî agahiyên pêşî 2 Şengalî şehîd bûn, li gorî daxuyaniya YBŞ´ê ev şehîd, Fermandar Seîd Hese û biraziyê wî Îsa Xwedêda ne. Li gorî daxuyaniyê 3 sivîl jî birîndar bûne. Pêşî dayîkên Şengalî çûn cihê êrişan, parçeyên cenazeyan bi destê xwe berhev kirin. Hin detay zelal nebûne hîn, lê diyar e ev êrişa hovane bi hin peyaman barkirî ye. Tê zanîn ku îro serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî serdana Şengalê dikir.

Gel jî ji bo pêşwaziyê hazirî dikir. Êriş di demeke wiha de, li sûka kevin a Şengalê ku ew devere DAIŞ’ê derba têkçûnê ya pêşî lê xwarî, pêk hatin. 
Dihate gotin, Kazimî bi hin nûnerên rêveberiyê re jî dê hevdîtinan pêk bîne. Wê demê gelek pirs tên hişê mirov. Tirkiye-Iraq-PDK’ê li dijî statûya Şengalê di 9’ê Cotmehê de peymanek îmze kir. Ji wê rojê ve êrişên Tirkiyê li dijî herêmê dewam dikin. Herî dawî ji 23’ê Nîsana îsal ve dronên bi sîleh bênavber li ser herêmê difirin. Jixwe, dorpêça hêzên Bexdayê ya li ser Şengalê jî tê zanîn. Lewma ev êriş yan hişyariyek bû ji bo serdaneke wiha di asta jor de ji bo Şengalê çênebe, ku di warê venasîna statuyê de bi wate bû, yan jî dewama komploya 9’ê Cotmehê hevkariyeke sergirtî bû. 

Me xwe gihand gel û ji wan jî pirsî, gel êrişê wekî berdewama peymana 9’ê Cotmehê  dibîne. Yên wekî komployekê şirove dikin jî hene. Bêguman gelê Şengalê heta niha bi pêşengiya dayîkan li ber xwe da, ji niha şûnde jî gel dê vê berxwedana ji bo statûya azad bidomîne. Ji ber ku Şengal jî bi pêşengiya Egîd û Dilşêran ku şagirtên Fermandarê 15’ê Tebaxê Egîd bûn, azad bû.e Şengaliyan îro jî heman rêç şopand. 

Li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê gelê Kurd salvegera pêngava vejînê ya 15’ê Tebaxa 1984’an pîroz kir. Ji ber ku vê pêngavê gelê Kurd li jiyanê vegerand, 15’ê Tebaxê wekî cejna vejînê tê pîrozkirin. 

Li kîjan beşa Kurdistanê her çi qezencek hebe, deyndarê vê pêngava vejînê ye. Ku pêngava 15’ê Tebaxê pêk nehatiba, ne tenê 4 beşên Kurdistanê; Rojhilata Navîn hemû dê biketa nava tariyê. Gelê Kurd û zanyaran ji 15’ê Tebaxê re got, ‘guleya yekê’. Lewma bêyî fêmkirina 15’ê Tebaxê, rewşa gelê Kurd a îro li çar beşên Kurdistanê gehiştiyê nayê fêmkirin. 15’ê Tebaxê wekî pêngavekî rastiya gelê Kurd û dijminan çiptazî ronî kiriye, cihê xwe di dîrokê de girtiye. Ji aliyekê ve bû pêngava gelê Kurd ji xewê şiyarkirî. Jixwe pênaseya destpêkê ya Rêber Apo ya derbarê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de gotî ev bû, ‘serîhildana li dijî xewa mirinê’. Ji vî aliyî ve di kesayeta Rêber Apo de li dijî dagirkeriya qirker hêrseke mezin heye. Rêber Apo ev hêrs veguherand rastiyeke mezin a Rêbertiyê û pêngava 15’ê Tebaxê. Ji vî aliyî ve jî 15’ê Tebaxê hem li dijî dagirkeriya qirker, hem jî li dijî paşverûtiya Kurdan teqîneke hêrsê ye. 

Di demekê de ku dîktatoriya faşîst a Tirk li Bakurê Kurdistanê serwer bû; ji bilî tevgera li girtîgehan, li Kurdistanê pelên daran jî ne dihejiyan, pêngava 15’ê Tebaxê pêk hat. Ne tenê dewleta Tirk, ne hêzên herêmî, ne jî yên navneteweyî di nava sînorên Tirkiyê yên diyarkirî de, ne li benda pêngaveke wiha ya gerîla bûn. Hingê hîna jî şerê sar dewam dikir, hem Emerîkayê, hem jî Ewrûpa û dewletên endamên NATO’yê hemûyan destek dida dewleta Tirk. Jixwe, darberya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê wan pêk anîbû ku Emerîkayê ji wan re digot, zarokên me. Her wiha ti partî û hêzeke Kurd jî pêngaveke wiha ji PKK’ê hêvî nedikir. Dema PDK’ê ev pêngav bihîst, hêrs û reaksiyona xwe nîşan dabû. PDK’ê ne karîbû PKK’ê kotrol bike, ne jî karîbû pêşiyê li pêngaveke wiha bigire. Ji ber tê gotin, li pêşberî peywendî û desteka werdigire, PDK´ê soz dabû Tirkiyê ku ew ê rê nede li Bakurê Kurdistanê tevgereke siyasî derbikeve holê. Tirkiye wê demê jî endama NATO´yê ye. Pewyendiyên PDK’ê jî li gel welatên NATO’yê hene. Ji bilî şert û mercên objektîv ên şerê Iraq-Îranê afirandî, ji bo ev pêngav pêk were ti bingehek tinebû. Bêguman berxwedana girtîgehan û rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê hêzeke mezin daye PKK’ê û gelê Kurd ku pêngaveke wiha pêk bîne. Çavkaniya herî mezin û nirxa moralê ya pêngav xwe disipêreyê, ev berxwedana girîtehan e. 
Divê bê gotin, bêyî fêmkirina rol û bandora pêngava 15’ê Tebaxê, li çar beşên Kurdistanê rewşa neteweyî, siyasî, civakî, çandî, sosyo-psîkolojîk bi temamî nayê fêmkirin. Fikrên mezin, têkoşînên leşkerî û siyasî û şoreşên mezin ên xwe disipêrin fikrên mezin, jî li ber çavan zêdetir, bipêşketinên mezin çêdikin. Ne tenê bandorê li dema pêk tên dikin, her wiha bandorê li dehsal, sedsalên piştî xwe jî dikin. Va ye pêngava 15’ê Tebaxê rûdaneke wiha dîrokî ye. Jixwe, îro fikir, paradîgma û projeyên civakî û siyasî yên Rêber Apo ne tenê gelê Kurd, bandorê li Rojhilata Navîn û mirovahiyê dikin. 

Carna em gotinên wekî ‘ka PKK’ê çi qezenc kiriye, çi bi dest xistiye’ dibihîzin. Asoya van fikran tene ye, seresere ne û bi rastî xwediyê van gotinan nezan û cahil in. Dijberî wê, rewş wiha ye, yên van gotinan dibêjin, difikirin ku hin qezenc bi dest xistine. Lê ya rastî ew e, di van qezencan de jî para

Rêber Apo, PKK û Pêngava 15’ê Tebaxê zêde ye. 

Heger Rêber Apo, PKK û Pêngava 15’ê Tebaxê tinebana, hewldanên wan dê bi tena serê xwe ti encam bi dest nexista. Qezenc û destketiyeke siyasî di encama gelek rûdan û bandoran de pêk tê; di rastiya Kurdistanê de jî têkoşîna PKK’ê rûdan û bandora herî girîng û sereke ye. Yên nikarin vê fêm bikin, nikarin fêm bikin ka çawa dijîn; nikarin destketiyên li Kurdistanê fêm bikin. 

15’ê Tebaxê tam pêngaveke vejînê ye. Ji ber vê, gel bi coşeke mezin û şahiyê, wekî cejnê pîroz dike. Di destana Kawayê şoreşger de, 21’ê Adarê ew çakûcê li serê Dehaqê zalim ketî û ew hilweşîna kelha zaliman û zilmê çi be, 15’ê Tebaxê jî ew e. Pêngava 15’ê Tebaxê bi temamî rastiya vê destanê ye. Heger ev pêngav tineba, îro me nedikarî behsa hebûna Kurdan bikin. Di nava pencên qirkirinê de, bêhna me dê biçikiya û em nediman. Ji vî aliyî ve em deyndarên amadekarê pêngavê Rêber Apo û nemirê pêngav pêk anî, fermandar Egîd in. Dîsa pêşengên di rojên 15’ê Tebaxê de şehîd bûne, heval Erdal, Mam Zekî Şengalî, heval Atakan Mahîr û bi deh hezaran şehîd hene ku em deyndarên wan in. 

Îro li Avaşînê, Zap, Metîna, Heftenîn û Xakurkê gerîlayên azadiya Kurdistanê canbexşane li ber xwe didin. Gerîlayên azadiyê ji bo pêkanîna bêrî û daxwazên şehîd Egîd, Erdal, Mam Zekî, Atakan Mahîran têdikoşin. Li ser heman rêçê gelê me li çar beşên Kurdistanê ji bo civaka azad, welatê azad têdikoşe. Gerîlayên Kurdistanê bi berxwedana ji Egîdan mîrate mayî nîşan dide wê ti hêz nikaribe daxwaza azadiyê ya gelê Kurd ji navê bibe. 

Bi pêngava 15’ê Tebaxê heqîqeta gelê Kurd jinûve hat afirandin, keç û xortên canbexş ev 37 sal in, vê pêngavê bi têkoşînê didomînin. Ev têkoşîn û berxwedana bêhempa misoger dê bi Kudistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk bi encam bibe. 

Bi hêviya pêngava vejînê 15’ê Tebaxê li 4 beşên Kurdistanê bi avabûna civaka azad û welatê azad bigehe asta xwe ya herî jor.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.