Sistkirina têkoşînê xwekuştin e

Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand —

În 17 Îlon 2021 - 03:36

Pêngava “Ji Tecrîd, Faşîzm û Dagirkeriyê re na; Dem Dema bidestxistina azadiyê ye” ya ku Konseya Rêveber a KCK’ê di 12’ê Îlona 2020’an de ragihandibû, sala xwe bi dawî kir. Armanca vê pêngavê ew e ku gelê me yê li her çar beşên Kurdistanê, nexasim li Ewrûpayê û li tevahiya derveyî welat, tevlî pêngavê bike. Di qonaxekê de ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dewam dike, hevgirtî tênekoşîna gelê Kurd wê bihişta ku Gelê Kurd lawaz bibe. Ji vî aliyî ve gîhandina hev a hêza gelê Kurd hemûyî û li çar beşên Kurdistanê gihandina armancên xwe, gelekî girîng e. Herçend hin xweserbûn hebin jî, heta têkoşîneke hevgirtî neyê meşandin, li ti parçeyê Kurdistanê, Kurd nikarin bigihên jiyaneke azad û demokratîk. 

Di şertên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de tişta ku gelê Kurd herî zêde pêdivî pê heye, ew e ku li dijî hêzên dijmin, gelê Kurd hêza xwe ya têkoşînê bigihîne hev. Ti parçeyê Kurdistanê, nabe ku li hemberî têkoşîna li parçeyekî din tenê temaşevan be. Ji ber ku dewleta Tirk di dijminahiya gelê Kurd de pêşeng e, nexasim jî di têkoşîna li hemberî vê dewletê de gelê Kurd hemû divê hestiyar be. Heta têkoşîna li Bakurê Kurdistanê nebe, li ti parçeyê din ê Kurdistanê destketiyên heyî nayên parastin. 

Heta li Rojhilata Navîn têkoşîn neyê kirin, ti destketî nayê parastin. Ev yek nîşan dide ku bi taybetî, ji ber ku hêzên modernîteya kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe, têkîliyên xwe yên bi dewletan re esas digirin, bê têkoşîn ti tişt nayê bidestxistin. Li aliyê din, tê zanîn ku dewletên herêmî, di mijara pirsa Kurd de çav li hev dikin. Ev hemû, girîngiya birêxistinbûn û têkoşîna gelê Kurd nîşan didin. Di vê demê de mumkin e, ev parçebûna li 4 beşan a di sedsala 20’an de ku zemînê qirkirina Kurdan ava kir, Kurd veguherînin avantajekê. Ev yek jî hingê pêk tê, gava ku aliyên kurd li hemberî têkoşîna gelê Kurd a li her beşê didome, xwe berpirsiyar bibînin. 

Di daxuyaniya KCK’ê de, hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê, azadiya Rêber Apo û bidawîkirina dagirkeriyê, weke hedefên sala 2’yan a pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” hatibûn destnîşankirin. Jixwe, heta faşîzma AKP-MHP’ê têk neyê birin, ne li Tirkiyê û ne jî li Rojhilata Navîn demokratîkbûn pêk tê. Tirkiye weke navendeke hercure zext, zordarî û paşverûtiyê ye. Sîstemên zextê û paşverûtiyê yên li Rojhilata Navîn hemû, çavkaniya wan, zêhniyet û polîtîkayên dewletaTirk ên heyî ne. 

Ji vî aliyî ve divê her hêza ku doza azadî û demokrasiyê dike, desthilatdariya AKP-MHP’ê hedef bigire. Bi taybetî jî ji bo Kurdan, ji bo gihîştina jiyaneke azad û demokratîk, ji hedefgirtina vê desthilatdariyê wêdetir, ti rêya din nîne. Ji ber vê yekê, ji bo çûyîna vê desthilatdariyê li hêviya hilbijartinê mayîn, bêtêkoşînhiştina gel e. Stratejî û taktîkên têkoşînê divê li ser esasê têkbirina vê desthilatdariyê werin avakirin. Azadiya Rêber Apo û gelê Kurd bi vî rengî tê bidestxistin. Jixwe, têkoşîna li dijî dagirkeriyê, têkoşîna li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê ye, têkoşîna li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê jî, têkoşîna li dijî dagirkeriyê ye. 

Li hemberî dewleta Tirk û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya îro ku di dijminahiya Kurdan de pêşeng in, sistkirina têkoşînê, ji bo Kurdan xwekuştin e. Yên ku fêm nakin ku yekane armanca vê desthilatdariyê tesfiyekirina têkoşîna azadiya Kurdan e û qirkirina gelê Kurd e, esas, rastiya Kurd û karakterê dijminên Kurdan nas nakin. Ev desthilatdarî dijminê demokrasiyê û yê Kurdan e. Ji ber ku dijminê Kurdan e, dijminê demokrasiyê ye jî, ji ber ku dijminê demokrasiyê ye, dijminê Kurdan e jî. Ev du rûyên rasteqîn ên dewleta Tirk in ku ji hev nayê qutkirin. Weke du rûyê madalyonê. Ji bo dewleta Tirk jî, di warê dijminahiya demokrasî û Kurdan de ev gotin têra xwe watedar e. 
Par gelekî baş nîşan da ku divê mirov li ser têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê gelekî kûr bibe. Heger gelê Kurd û hêzên demokrasiyê îro hinekî bêhna wan li ber wan e, sedema wş ew e ku wan asta têkoşîna xwe xurt kiriye; ev jî bi saya serê pêngava 12’ê Îlona 2020’an dest pê kir, pêk hat. Yên ku ne duldil in û bi zelalî dizanin ku jiyana azad û demokratîk, azadiya Rêber Apo wê bi vî rengî were bidestxistin, dikarin têkoşînê bi pêş bixin û encamê wergirin. Yên ku di têkoşîna li hemberî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê de ne zelal in, nikarin ti serketinê bidest bixin; esas ew ê ne bi ecêban bişikin. Heger Kurd û hêzên demokrasiyê naxwazin bişikin, her çiqasî zehmetiyên xwe hebin û berdêlan jî bidin, divê di têkoşîna li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê de zelal bin. Kêliyekê be jî divê ev têkoşîn neyê sistkirin. Yek ji encamên ku vê pêngavê ew afirandin ew ku di afirandina tifaqa fîîlî ya hêzên demokrasiyê de, bû xwedî roleke girîng. Her tifaq û têkîliya ku desthilatdariya AKP-MHP’ê lawaz bike, gaveke di rêya rast de ye. Ji ber ku şikestina desthilatdariya AKP-MHP’ê, şikestina partiyekê yan jî tifaqeke faşîst nîne, têkçûn û şikestina paşverûtiyên li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn hemûyan e. Encama vê ya xwezayî jî ew e ku pêşî wê li jiyana azad û demokratîk vebe. 

Gelê Kurd û tifaqên demokratîk, ev salek e li çar beşên Kurdistanê û li derveyî welat, têkoşîneke girîng meşandin. Nexasim li Tirkiyeyê, li hemberî vê desthilatdariya dijminê Kurdan û demokrasiyê, têkoşîneke girîng meşandin. Dema ku ev sekn û biryardariya vê têkoşînê dewam bike, di sala li pêşiya me de li Kurdistan,Tirkiye û Rojhilata Navîn hemûyî, bûyerên girîng wê derbikevin holê.

Di sala 2’yan a pêngava “Dem Dema Bidestxistina Azadiyê ye” de, ez bawer dikim ku gelê Kurd hemû, nexasim jin û ciwan, û hêzên demokrasiyê wê tifaqên xwe xurt bikin, têkoşîna hevpar mezin bikin, dawiyê li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bînin û li her qadê azadiyê bidest bixin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.