Nehêlin PDK dijminahiya Kurdan bike!

Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand —

Sêşem 7 Îlon 2021 - 02:55

Dewleta Tirk ya qirker di vê demê de li her derê êrişên li ser gelê Kurd û destkeftên wî zêde dike. Di demeke wiha de PDK jî êrişî gerîla dike. Dijminahiya li dijî PKK’ê di her firsendê de eşkere dike; êrişên dewleta Tirk rewa û normal nîşan dide. Helwêstekî wiha bê perwa ya ku PDK nîşan dide, ti hêzekî Kurd, ti Kurdê welatparêz jî nîşan nade. 

HPG´ê beriya du rojan bi daxuyaniyekê ragihand koma ji 7 gerîlayan dema dixwest ava Zê derbas bike, ketiye kemînê û 7 gerîla hatine qetilkirin. Berê jî li heman herêmê 3 gerîlayên ku heta niha aqûbeta wan nayê zanîn, hatibûn dorpêçkirin û hêzên PDK´ê êriş biribûn ser wan. PDK´ê daxuyaniyek da û got li Xelîfanê çi karê gerîla heye. Bi vê gotinê hem dorgirtina li gerîla û hem jî êriş qebûl kiriye. Li ser herêmên gerîla ev dorgirtina PDK´ê û êrişên li dijî gerîla, derfetê didin êrişên dewleta Tirk û ji ber vê jî berxwedêrên Kurdistanê yên canbexş tên şehîdkirin. Ti Kurd vê helwêsta partiyeke Kurd a li dijî canbexşên Kurdistanê, qebûl nake. Ev tevgera PDK´ê hêrsa Kurdan radike. Bi herhalî PDK wisa difikire ku kirinên wiha yên beriya dehan salan dê jê re bimînin. Ev çavsoriya di êrişan de, nîşan dide ku PDK xwediyê feraseteke wiha ye. 

Ev xizmeta PDK ji dewleta Tirk re dike; heta dibe hêza bingehîn a desthilata faşîst a AKP-MHP´ê li ser piyan digire, dê mîna rewşeke ji xefletê jî wêdetir di rûpelên dîrokê de cih bigire. Beriya demeke kurt em hîn bûn ku Sedat Peker ê ku bi îtîrafên xwe desthilata AKP-MHP´ê ku demekê ew bi xwe jî endamê wan ê herî taybet bû, ji bo îadeyî Tirkiyê bê kirin, Nêçîrvan Barzanî ketiye dewrê. Bi tenê wateyeke vê heye, ew jî rehetkirina desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ye. PDK vê li beramberî çi û ji bo çi dike? Ev desthilata faşîst a AKP-MHP´ê ya dijminê Kurdan hemûyan û li her derî êrişî Kurdan dike, çi feydeyê dide PDK’ê? Behsa têkiliyên aborî yên PDK û Nêçîrvan Barzanî yên bi Tirkiyê re tê kirin. Ji ber berjewendiyên aborî bi dewleteke wiha re dijminê Kurdan re têkiliyeke di vê astê de tê çi wateyê? Dinya hemû ji tifaqa AKP-MHP’ê re dibêje faşîst, ji Erdogan re jî dibêje dîktator. Beşek ji yên vê dibêjin jî dostên PDK’ê yên Ewrûpî û Emerîkî ne. Niha em dikarin ji vê peywendiya Dewleta Tirk-PDK’ê re bibêjin, li hev hatine!

Gelê Kurd tev û raya giştî, li polîtîka û gavên PDK’ê ecêbmayî temaşe dikin. Êrişî gerîla dike, li Şêngalê îstîxbaratê dide û pêşengên Êzîdiyan bi vî rengî tên qetilkirin.

Evana tev, hêrsa gelê Kurd radikin. Piştî êrişan, gotinên jinên Êzîdî ji PDK’ê re, her Kurdê/î dide fikirandin. Têkiliya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, êrişa wê ya li dijî gerîla; hedefnîşandana wê ya Şingalê, ji êrişên dewleta Tirk re Kurdan dêşîne, bi hêrs dike. Gelê Kurd dibêje, ewqas jî nabe. Li gorî tê gotin têkiliyên di navbera îstîxbarata Tirkiyê û ya PDK’ê de ji têkiliyên hemreng ên hemû dewletan zêdetir kûr in. Dişibînin têkiliya CIA-MOSAD’ê. Ev rastî jî nîşan dide, têkiliya PDK û Tirkiyê ji Kurdan re çend tehlûke ye. 

Demên dawî êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelek herêmên Kurdistanê û êrişên PDK’ê hemwext pêk tên. Ev jî wekî gavên PDK’ê yên rizgarkirina dewleta Tirk tên nirxandin.

Herku dewleta Tirk li hemberî gerîla tengav dibe, êrişan zêdetir dike. Maneya êrişa PDK´ê ya bi ser gerîla de heye: di şerê PKK’ê yê li dijî dewleta Tirk de PDK li gel dewleta Tirk cih digire. PDK niha li hemberî PKK’ê û gerîla wekî mutefîkê dewleta Tirk e. Şirîkekî AKP’ê MHP ye, şirîkê din jî di vê rewşê de dibe PDK. 

Daxuyaniya HPG’ê ya derbarê şehîdbûna 7 gerîlayan di xefka PDK’ê de rastiyê eşkere radixe ber çavan. HPG dibêje; PDK şer ferz dike, lê ji bo em nekevin nava vî şerî, em her cure fedakariyê dikin; lê PDK’ê yekalî ev şer daye destpêkirin. Bi vî rengî HPG´ê bang li wijdanê gelê Kurd û edaleta gel dike. Fermandar û şervanên HGP’ê bi vê helwêstê hastên herî binirx yên welatparêziyê raber dikin. 

Fermandar û gerîlayên HPG’ê di nava bêderfetî û zoriyan de li dijî dewleta Tirk a dagirker canbexşane li ber xwe didin. Bi vê berxwedanê dewleta Tirk xistine nava tengavekê. Di vê rewşê de dorpêça PDK´ê ya li ser herêmên gerîla û êrişên pêk tîne, ji aliyê ti Kurdê/î ve nayên qebûlkirin. Ti êrişa dewleta Tirk gerîla nade zorê, lê ev êriş û helwêsta PDK’ê zorê didin hestên gerîla yên welatparêziyê. 

Gelê Kurd hemû, jin, ciwan, rewşenbîr, nivîskar û hunermend, raya giştî ya Kurd û bêguman hêzên siyasî yên Kurdan divê ji vê helwêsta PDK’ê ya zirar û ziyanê dide gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya li 4 beşên Kurdistanê re bêjin, bes e! Ev helwêst ji bo parastina hebûna gelê Kurd û siberoja wî pirr muhim e. 

Ez hêvî dikim gelê Kurd û raya giştî ya Kurd ji kîjan aliyî bê bila be, li hemberî her helwêsta zerarê bide Kurdan û têkoşîna wan a azadiyê bi şûn ve bibe, bibin bend û destûrê nedin van kirinên xizmeta dijminan dikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.