Rojava bi gorî axatiya xwe dikin

Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand —

Sêşem 28 Îlon 2021 - 04:59

Serokkomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan weke hemû dîktatorên faşîst derket ser kursiya Neteweyên Yekbûyî û li wir demagojî kir. Tevî ku ew despotekî faşîst e û zilmê dike li gelê Kurd, li gelên Tirkiyê, li gelên Rojhilata Navîn, hewl da ku xwe wekî mirovekî xizmetê ji mirovahiyê re dike, nîşan bide. Tayyîp Erdogan siyasetvanê herî sûcdar, herî qirêj, herî bêwijdan û bê exlaq ê dinyayê ye, ji xeynî xwe her kes sûcbar kir. Qey wisa lê fikirî ku rabe xelkê sûcbar bike, wê paqij were dîtin.

Kesên ku koçber tewşîq kirin ji Sûriyê biçin li Tirkiyê bi cih bibin ew bi xwe ye. Di kampên ji bo penaberan de çete bi rêxistin kirin, bi çeteyan şerê naxweyî yê li Sûriyê kûr kir. Ew bi xwe bû parçeyek ji hilweşandina Sûriyê, destek da çeteyên DAIŞ û El Nûsrayê, bû şirîkê sûcên van çeteyan. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, Kurd ji van deran derxistin, li Rojava demografya guhert, yanî li wir siyaseta qirkirina Kurdan meşand. Her roj li dijî gel û pêkhateyên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişan dike. Îcar bi ser de jî ev qatil dixwaze welê nîşan bide, weke  ku Tirkiye li Sûriyê aştî û îstîqrarê îqame dike.

Li vî darê dinyayê ti kes, ti faşîst û despotek wisa bê perwa nikare derewan bike, lê ew bi xwe dike, demagojiyê dike. Li aliyê din jî gefan li her kesî dixwe. Di axaftina xwe ya beriya niha ya li Neteweyên Yekbûyî de wî bi xwe bi nexşeyê sînorên Sûriyê ji rojhilat heta bi rojava hemûyan nîşan da, piştî ku vegeriya jî li dijî Rojava dest bi tevgera dagirkeriyê kir. Niha jî bêyî ku şerm bike radibe îdia dike ku ew ê bi dagirkirina Rojava, bi koçberkirina Kurdan, îstîqrar û aştiyê bîne Sûriyê. Li nav çavê dinyayê dinêre û li xwe mikur tê ka çawa Azerbeycan ajotiye ser Ermenistanê. Li Neteweyên Yekbûyî wisa bêperwa axaftina vî faşîstê hanê jî nîşan dide bê ka siyaseta dinyayê çiqas qirêj bûye. Hema bêje, kursiya Neteweyên Yekbûyî jî ji bo xwe kiriye kursiyeke demagojiyê.

Dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, koçberkirina Kurdan, li şûna wan bicihkirina çeteyan, radibe weke herekata aştiyê nîşan dide û vê jî bi pesindarî dibêje. Jixwe, dewleta Tirk li ku herekateke dagirkeriyê kiribe, xwestiye ku bi herkesî weke herekata aşitiyê bide qebûlkirin.

Tayyîp Erdogan bang li Emerîkayê dike, dibêje; tu jî bi me re be, em bikevin wan deran, bila koçber hemû vegerin, li Sûriyê bila îstîqrar çêbe. Bi awayekî eşkere teklîfê li Emerîka û Koalîsyona Navneteweyî dike, dibêje; werin bibin şirîkê qirkirina Kurdan. Heke hûn destekê nedin polîtîkayên me yên qirkirinê, em ê vî karê xwe bi Rûsyayê re bikin. Bi vî awayî jî şantajê li wan dike. Eşkere dibêje; her kî bi min re tevli herekata dagirkirina Rojava û qirkirina Kurdan bibe, em ê bi wan re bixebitin. Bi vî rengî gera wî ya ji bo peydakirina hevkarekî, ji bo dinyayê jî û ji bo mirovahiyê jî şermeke mezin e. Her çi kesê ku li dijî vî faşîstî dengê xwe dernexe, ew ê jî qirêj bibe û bişibe wî.

Tayyîp Erdogan dibêje; Emerîka çekan ji YPG'ê re dişîne, em nikarin lê temaşe bikin. Bi vê gotinê, esas, gefê dixwe ku êrişî Rojava bike. Heta niha kesî nedîtiye ku Emerîkayê ji YPG'ê re çek şandine. Bi tenê ji bo ku li dijî DAIŞ'ê şer bikin, hin çekên sivik dane. Ev çek jî jixwe di piyaseya Rojhilata Navîn de jî tên peydakirin. Çekên ku behsa wan tê kirin, bahane ne. Tişta ku Erdogan jê aciz e xwebirêvebirin û xweparastina Kurdan e; ew bi Ereb û Suryanan re herêma xwe bi xwe bi rê ve dibin. Ew ditirsin ku ev baxçeyê azadî û demokrasiyê, tesîrê li Bakurê Kurdistanê bike. Tekane sebeba êrişa li dijî Rojava ev e.

Li ku dera dinyayê dibe bila bibe, dema ku dewletek rabe bi qasî çend metreyan be jî sînorê dewletekê binpê bike, ev dibe rojev. Heta krîzên mezin ên siyasî derdikevin holê. Lê dema ku artêşa Tirk sînorên xwe derbas dike, qadeke bi deh hezaran kîlometre dagir dike, ev weke rewşeke normal tê dîtin. Ev jî nîşan dide ka çiqas berjewendiyên qirêj hene. Ji ber van têkiliyên qirêj kes dengê xwe li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ku li bakur, rojava û başûrê Kurdistanê dike, dernaxe. Ji vî aliyî ve Emerîka û Ewrûpa dibin şirîkê qirkirina Kurdan. Dixwazin van sûcên xwe yên qirkirinê jî bi têkiliyên xwe yên hin rêxistinên Kurdan binixumînin. Lê divê baş bizanin ku ti têkiliya bi rêxistineke Kurdan re wê ser şirîkatiya qirkirina Kurdan a Emerîka û Ewrûpayê negire. 

Dewleta Tirk van êrişên xwe yên dagirkeriyê, guhertina demografyayê, polîtîkaya xwe ya qirkirinê bi têkiliya xwe ya bi ENKS'ê re ku hevkar û xiyanetkar e, dixwaze meşrû bike û binixumîne. Dewleta Tirk dagirkirina Efrînê jî û ya Serêkaniyê jî bi têkiliya xwe ya bi ENKS'ê re xwest rewa û normalîze bike. Ya ku vê xiyaneta ENKS'ê erê kir û teşwîq kir jî PDK ye. Yan na ENKS cesaret nedikir ku di vê astê de bikeve nava xiyanetê. Heke dagirkeriyeke nû çêbe divê herkes zanibe ku di nava vî karî de ENKS heye. Qey waed kirine ku cihên weke Dêrik û Rimêlanê bidin ENKS û PDK'ê. Yanî wê ji sedî 80'yê Rojava ji dewleta Tirk û qirkirinê re bihêlin. ENKS bi xwarina hatina nefta vê derê wê axatiyê bike. Wisa tê fêmkirin ku planeke wisa ya xiyanetê di dewrê de ye. 

Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê di serî de Kurd li ser serê gelên Rojhilata Navîn bûye bela. Heta li serê mirovahiyê hemûyî bûye bela. Lazim e ev îqtîdara faşîst û dîktatorê wê, baş werin teşhîrkirin. Divê mirov hêzên demokrasî û azadiyê yên cîhanê hemûyan li dijî faşîzma AKP-MHP'ê rake ser piyan.

Tayyîp Erdogan di vegera ji civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî de got; li Tirkiyê pirsgirêka Kurd tine ye. Bi vê yekê eşkere îlan kir ku dixwaze Kurdan qir bike. Ev yek jî nîşan dide ku gelekî girîng e "Pêngava Dem Dema Azadiyê ye" ya KCK'ê li çar beşên Kurdistanê û cîhanê bi hevparî were meşandin. 

Ez bawer dikim ku gelê Kurd tevî dostên xwe û hêzên demokrasiyê ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê têkoşînê wê xurt bike, Rêber Apo azad bike, dawiyê li dagirkeriyê bîne, Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad ava bike… 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.