Rastiya dewleta Tirk

Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand —

Sêşem 3 Tebax 2021 - 03:00

  • Li Tirkiyê êrişa li dijî Kurdan ne helwestek ferdî ye. Polîtîkaya dewletê di şexsê kom û kesên faşîst de xwe dide der. Li Konyayê ya pêkhatî ev e. 

Li bajarê Tirkiyê Konyayê malbatekî Kurd hemû qetil kirin, cesedê wan  şewitandin. Ev komkujî eşkere radixe ber çavan ka li Tirkiyê dijminatiya Kurdan gihiştiye çi astî. Dewleta Tirk serkêş û serwera dijminên Kurdan e. Armanca vê dewletê ew e, ji Bakurê Kurdistanê heta Başûr û Rojava hemû Kurdan qir bike. Êriş û komkujiyên li Bakurê Kurdistanê, tevgerên dagirkirinê û êrişên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê encama heman hizr û zêhniyetê pêşdikevin. Ji vî alî ve heta li Bakurê Kurdistanê meseleya Kurd çareser nebe, yanî heta zêhniyet û polîtîkayên qirker yên Tirkiyê bi dawî nebin, garantiya qezenc û destkeftiyên li ti beşekî Kurdistanê ne pêkan e. Di şexsê AKP-MHP’ê de li dijî destehilata qirker a li Tirkiyê nîşandana helwêstê, parastina jiyana azad û demokratîk ya gelê Kurdistanê hemûyê ye. Parastin û ewlehiya hebûna netewî ya gelê Kurd li Rojhilata Navîn jî girêdayî vê ye. Ti hêza siyasî û saziyekî Kurd a zêhniyeta qirker ya li Tirkiyê wekî dijminê Kurdan nebîne, nikare têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd bimeşîne; nikare hebûna netewî ya Kurdan biparêze.

Li Tirkiyê êrişa li dijî Kurdan ne helwestek ferdî ye. Polîtîkaya dewletê di şexsê kom û kesên faşîst de xwe dide der. Li Konyayê ya pêkhatî ev e. Li Konyayê di carekê de qetilkirina 7 ferdên ji heman malbatê li bajarên Tirkiyê yekem komkujiya bi vê hêjmarê pêk hatiye. Lê bi vî rengî bi sedan êriş pêk tên, di van êrişan de bi sedan Kurd tên kuştin, an jî birîndar dibin. Ji ber Kurd dest ji nasname û azadiya xwe  bernadin ev êriş pêk tên. Bi van êrişan dixwazin îradeya azadiyê ya Kurdan bişkînin. Bi van êrişan dixwazin Kurdan bînin rewşa civakekî bindest, perçiqî û nikare têbikoşe. Ev polîtîka û pêkanîn yekser li navendên şerê taybet yên qirkirinê tên plankirin û bi destê komên faşîst pêk tînin.

Divê bê zanîn dijminê qirker û dagirker dixwaze Kurdê bindest û nikare têbikoşe biafirîne. Bersiva Kurdan a ji bo van êrişan lewma divê têgihiştin û famkirina rastiya dewleta Tirk be. Divê em Kurd li ser vî bingehî zanetir bibin, rêxistina xwe û parastina xwe ya civakî xurttir bikin. Dost û dijmin, divê em nîşanî herkesê bidin ku gel û civakekî keç û xortên wê canbexşane li ber xwe didin nikarin biperçiqînin, bikin civakekî kole û bindest. Tekoşîna dehan sale dimeşîne bi caran îspat kiriye, Kurd gelê herî têkoşer û fedayî yê dinyayê ne. Şêx Seîd, Seyît Riza û hevalên wan li ber sêdarê nîşan dane, sekna Kurdê azad dê çawa be. Faşîzma Îlonê di şexsê girtiyan de xwest vîna gelê Kurd beton bike, lê herkes dizane 14’ê Tîrmehê girtîgeha Amedê bersivek çawa da. Bi deh hezaran şehîdên canbexş ên gerîlayên Kurdistanê hene. Li dijî êrişên dewleta Tirk yên dagirkirinê îro keç û xortên Kurd bi ruhê fedayî yê 14’ê Tîrmehê li herêmên parastinê yên Medyayê li ber xwe didin. Ti hêz nikare gelekî wisa têxe jêr destan, biperçiqîne û bike civakekî bê îrade; divê nekaribin vê yekê bikin.

Li dijî komkujiya li Konyayê li gelek deveran gel rabû ser piyan, çalakî pêk hatin. Divê li çar beşên Kurdistanê û seranserê cîhanê gelê Kurd li dijî dewleta Tirk a qirker vê helwêsta xwe hîn xurttir û yekpare deyne holê. Li hemberî zilm û komkujiyên li Bakurê Kurdistanê li dijî gelê Kurd pêk tên, yek Kurdistanî nikare bêdeng bimîne; divê bêdeng nemîne. Ji ber êrişên pêktên li dijî Kurdan hemûyî ye, li dijî hebûna netewî ya Kurdan e.

Bêguman li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li dijî van êrişên qirkirinê divê Kurd xwe birêxistin bikin. Gelê Kurd bi serhildana li dijî zilmê bi dehan sale nimûne ye ji dinyayê re. Li dijî van êrişan jî Kurd serî hildidin, lê lazime serhildan û berxwedan mezintir be. Bêguman ji bo vê lazime li her derê Kurd xwe rêxistin bikin, hevkarî û piştgiriyê xurttir bikin. Gelê Kurd yê girêdayî azadî, welat, xweza, şehîd, Rêbertî, netewbûna demokratîk, nasname, ziman û çanda xwe xwediyê wê zanebûn û daneheva dîrokî ye ku vê pêk bîne. Heta astekê ev yek pêk tê jî. Lê komkujiya li Konyayê jî nîşan da lazime xweparastinekî xurttir ya xwe disipêre rêxistina civakî, pêk bê. Li dijî êriş û komkujiyan, li dijî tevgera dagirkirinê ya li ser herêmên parastina Medyayê, lînc, komkujî û hewldanên komkujiyan li her deverê li hemberî desthilata faşîst AKP-MHP divê têkoşînekî xurttir pêk were.

Li ser bingehê pêngava Dem Dema Azadiyê ye, dema bilindkirina têkoşînê, afirandina Kurdistan û Rojhilata Navîn ya azad û demokratîk e. Bi xurtkirina têkoşînê û têkbirina dewleta Tirk a faşîst, Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk di demekî ne dûr de dê çêbin.

Gelê Kurd li gelek deveran li dijî komkujiya li Konyayê helwêst nîşan da. Bi hêviya li hemberî her êrişa li Tirkiyê Kurd hemû, Kurdên li welat û derveyî welat hîn xurttir rabin, nîşan bidin ku dê hesab ji kujeran bê pirsîn…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.