PDK bibihîse!

Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand —

Sêşem 15 Hezîran 2021 - 05:02

Rojeva sereke ya raya giştî ya Kurd dorpêçkirina hêzên çekdar yên PDK’ê ya qadên gerîla ye. Fermandarê giştî yê biryargeha navendî ya HPG’ê Murat Karayilan der barê mijarê de ji Stêrk TV re axivî. Karayilan got, PDK’ê hêzên xwe yên çekdar li 7 herêman bi cih kirine. Heman hêz hewl dide ber bi qadên gerîla yê asê ve rê vekin, ku bi rihetî bikarin bikevin baregehên gerîlayan. Murat Karayilan bi girîngî hişyar kir û got, dibe ku her kêlî şer biqewime. 

Dorpêça herêmên gerîla; ber bi qadên gerîla ve rê vekirin û ketina tevgerê provokasyoneke rê li şer veke. Zelal e, desthilata PDK'ê şer ferz dike. Jixwe dewleta Tirk jî êrişên dagirkirina Başûr da destpêkirin, dixwaze herêmê bi temamî dagir bike. Bi vî awayî desthilata PDK'ê jî xizmetê ji armanca dewleta Tirk re dike. Bi gotineke din dewleta Tirk û PDK bi heman armancê li dijî gerîla şer ragihandine. Êdî ev yek zelal û ron bûye.

Murat Karayilan di axaftina xwe de agahî dabû û gotibû, dewleta Tirk ji wan re gotiye ‘bi temamî derkevin derveyî Tirkiyê, ji derveyî Tirkiyê li dijî hêzên din şer bikin’. Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk xwestiye ew şerê PDK’ê bikin. Jixwe demên dawî hewldan hene ku PKK û Îranê jî bînin beramberî hev. Li Rojhilatê Kurdistanê Salmasê 5 gerîla şehîd, 5 jî birîndar bûn. Dîsa agahiyên wiha tên, li ser daxwaza dewleta Tirk Îran gefan li PKK’ê dixwe. Bêguman tehdîdên Îranê yên li dijî PKK’ê jî xwe disipêrin heman konseptê. Dewleta Tirk 40 sale hewl dide gerîla tine bike. Ne tenê gerîla, ji bo tinekirina hêzên siyasî yên Kudistanê hemûyî bi sala ye ku bênavber êriş dike. Tevî ku bi deh hezaran HDP’yî rehîn girtiye û xistiye girtîgehan jî, niha dixwaze HDP’ê bigire. 

Hîn dema bi tena serê xwe desthilat bû, bi vegotinên nerm û lîberal tevdigeriya, hîn tam neketî nava tifaqa li gel MHP-Ergenekon û mafyayan jî AKP’ê bersivên erênî nedan ti agirbest û bangên çareseriyê yên PKK’ê. Pêşî bi polîtîkayên mijûlkirinê, piştre jî bi êrişên topyekûn bersiv da. Ev desthilata AKP’ê ya bi MHP, Ergenekon û serçeteyên wekî Mehmet Agar re îtîfaq çêkirî, eşkereye çi dike û wê çi bike. Jixwe vê desthilatê got meseleya Kurd tineye, hewl dide koka Kurdan biqelîne, ti tiştekî Kurdan li ser rûyê dinê nehêle. Desthilata AKPʼê niha polîtîkaya piştî 1925’an li dijî Kurdan pêk hatî, roja îro pêk tîne ku armanca vê polîtîkayê qirkirina Kurdan e. 

Her wiha mîna di dîrokê de bûyî, polîtîkaya Kurdan bi Kurdan bide şerkirin dimeşîne. Niha berê PDK’ê didin ser PKK’ê. Bi vê yekê dixwazin derba dawî li Kurdan bidin. Pir bi êş e û pir heyfe ku desthilata PDK'ê jî dibe amûrê vê polîtîkayê. Dema vê dike jî îftrayên ne karê aqilan li PKK û gerîlayan dike. Ya rast niha gelê Kurd û raya giştî ya Kurd vê rastiyê dibînin. Dixwazin desthilata PDK'ê nebe amûra polîtîkayên tirkiyê. Lê rayedarên PDKʼê û ragihandina wê heta niha li dijî dewleta Tirk helwêst nîşan nedane, tevî vê jî misêwa PKK’ê sucdar dikin. 

Ya pir pir giring ew e, têkoşîna Kurdan ya hebûnê niha ketiye metirsiyê. An dê li dijî dagirkirina dewleta Tirk helwêstê nîşan bidin, an jî dê bi bêhelwêstiya li dijî rewşa xefletê ya PDK’ê, stûyê xwe ji bo kêra qirkirinê dirêj bikin. Niha dema helwêstgirtina li dijî dewleta Tirk û bihêzkirina têkoşîna li dijî êrişa ye. Ji ber çavkaniya pirsgirêkên Kurdan hemû polîtîkaya dewleta Tirk ya înkar û perçiqandinê ye. Heke Kurd li hemberî van polîtîkayan rawestin, dikarin hebûn û paşeroja xwe ya azad biparêzin û mîsoger bikin. Divê Kurd hemû li dijî dewleta Tirk bikevin nava vê helwêstê; dest ji polîtîkaya şer û perçiqandina Kurdan berde, çareseriya demokratîk pêş bixe. Li gel vê ji bo hêzên navnetewî jî li hemberî dewleta Tirk vê helwêstê nîşan bidin, divê Kurd di nava hewldanan de bin. Niha li dijî Tirkiyê ji derveyî vê helwêstê, her nêzîkatî wê rê li ber polîtîkayên qirkirinê veke. Ji bo rawestandina vê polîtîkaya Tirkiyê li aliyekî li ser bingehê yekîtiya Kurdan berxwedana li dijî dagirkeriyê divê pêk were, li aliyê din divê PDK ji rewşa xizmeta dagirkeriya dewleta Tirk dike derkeve û vegere ser xeta neteweyî. 

Eşkere ye; desthilata li ser çend bajaran û gehiştina hin derfetên aborî çavên hin desthilatdarên PDK'ê tarî kiriye. Rastiyan berevajî dibînin. Rêber Apo ji bo vê rewşa di nava PKK’ê de jî digot nexweşiya desthilata pêşwext. Ji ber PDK peywendiya Tirkiyê ya aborî û siyasî rast fêm nake, di nava xefletê de ye. Desthilata PDK’ê bi hin derfetên bidestxistî pêşbîn nîne; hesabê sibê nake; lewma nikare dost û dijminan ji hev derxe, paşerojê şêlû dibîne. 

Têkoşîna PKK û gerîla ew e, li Bakurê Kurdistanê pirsgirêka Kurd çareser bike, azadiya hemû beşên Kurdistanê mîsoger bike. Ji vî alî de têkoşîna li Bakur têkoşîna 4 beşên Kurdistanê ye. Fêmnekirina vê, fêmnekirina rastiya Kurd û dijminên Kurda ye. Tirkiye di dijminatiya Kurdan de serkêş e. Ne tenê Bakurê kurdistanê, her wiha Başûrê Krudistanê û Rojava jî wekî qada xwe ya desthilatê dibîne. Di dema Osmaniyan de bi vî rengî dijminahiyek wiha zelal ya Kurd û polîtîkayek ya qirkirinê tine bû. Armanca dewleta Tirk ji nîvê sedsala 19'an ve ew e, Kurdan bi zêhniyeta milletperest qir bike. Dixwaze Kurdistan bibe qada berfirehbûna milletperestiya Tirk. Niha polîtîkaya li Başûr, Bakur û Rojava pêk tîne, ev e. 

Desthilata PDK'ê jî bi polîtîka, vegotin û pêkanînên xwe serê van polîtîkayan dinixême, xizmeta van polîtîkayên dewleta Tirk dike. Nedîtina polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ji Kurdbûnê, hest û fikrên Kurdbûnê veqetîn e. Ji ber desthilata PDK ji vê hest û zanînê qut bûye, xizmeta polîtîkayên dewleta Tirk dike. Ji ber vê sedemê hunermend Şivan Perwer ku raboriyê peywendiyên wî li gel PDK’ê baş bûn, niha helwêst nîşan da û diyarkir ku ew van polîtîkayên PDK’ê qebûl nake. Pismamê Mesût Barzanî Ethem Barzanî yê heta beriya demekê di rêveberiya PDK’ê de bû, ji ber polîtîkayên welatperwer nameşîne, hevkariyê bi dijmin re dike, terka PDK’ê kir û ragihand naxwaze di bin desthilat û rêveberiya PDK’ê de bijî. 

Ya rastî xuya dibe ku niha fikir û hestên piraniya rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, hunermend û akademîsyenên Kurd her wekî ya Şivan Perwer û Ethem Barzanî ye. Helwêsta rast jî ev e. Piraniya raya giştî ya Kurd dixwaze PDK dest ji van polîtîkayan berde, di refên welatparêz de cih bigire. Lê heta niha desthilata PDK’ê guh nedaye dengê gelê Kurd, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen û siyasetmedarên Kurd. 
Bi hêviya desthilata partiya demokratî Kurdistan dengê gelê Kurd û raya giştî bibihîze, li vê hewarê vegere û ji vê xefleta dîrokî rizgar bibe...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.