Erdogan biçe çareserî dibe

Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand —

Sêşem 13 Tîrmeh 2021 - 04:05

Şefê faşîst Erdogan çûye Amedê, bi demagojiyê careke din xwestiye rastiyan berevajî bike. Li wir gotiye, neqeba 2013-1015’an ku wekî pêvajoya çareseriyê hat pênasekirin, HDP´ê xira kiriye. Bi ser de jî rabûye, li yekî ji bajarên herî polîtîk ê Kurdan vê derewê dike. Herhal, xwe biaqil û her kesê/î bêaqil dihesibîne. Yan jî dibe ku difikire di wî de kerametek heye, hema çi bêje xelk dê jê bawer bike. 

Herkes dizane, ew Mutabeqata Dolmabahçeyê ya ku bi jîrbûna siyasî ya Rêber Apo hatibû amadekirin, Erdogan bi xwe pehîn lê da û mase qelipand. Yekser wî bi xwe got ‘mutabeqata çi, pêvajoya çi’. Yê ku 5’ê Nîsana 2015’an li Îmraliyê tecrîda giran dayî destpêkirin Erdogan e. Yê ku encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê tine hesibandî ew e. Di serî de Qendîl, li dijî herêmên gerîla hemûyî yê ku 24’ê  Hezîrana 2015’an  ferman da bi dehan balafir êriş bikin, ew e. Di çarçoveya pîlana bi navê ´têkbirinê´ de ya ku di civîna Desteya Ewlejkariya Milî ya Tirk (MGK) a 2014’an de hat qebûlkirin, ev êriş hemû pêk anîn. 

Heke desthilata AKP’ê di salên xwe yên pêşî de bi Kurdan re pev biçûya, nedikarî bi dijberiya demokrasiyê ya eşkere desthilata xwe bidomîne. Ji bo desteka Kurdan, hin demokrat û lîberalan bigire, gotinên demokratîk kirin. Dema xwest desteka Emerîka û Ewrûpayê bigire jî behsa reforman kiribû. Esas 2003’yan Erdogan rabû got, eger hûn nefirkirin pirsigirêka Kurd tine ye. Ji ber wî jî her wekî burokrasiya eskerî û sivîl ya demê, wisa bawer dikir êdî PKK wê nikaribe rabe ser xwe. Lê ji ber di çareserkirina meseleya Kurd de ti gav nehatin avêtin, 1’ê Hezîrana 2004’an gerîla dest bi pêngavekê kir. Wê demê Erdogan neçar ma behsa meseleya Kurd û çareseriya wê bike. Lê tevî ku hem Rêber Apo hem jî PKK´ê gelek maqûl nêzîk bûn jî, ji bo çareseriyê ti gav neavêt. Di 14’ê Tîrmeha 2011’an de bi armanca PKK’ê û gerîla tine bike, êriş û dorpêçeke siyasî û leşkerî ya wekî modela Srî Lankayê dest pê kir. Îran jî ajot ser PKK’ê. Lê dema encam negirt, dawiya 2012’an çûn ber lingê Rêber Apo û xwestin çalakî rawestin. Rêber Apo jî bi fikra belkî dikarim bi vê desthilatê gavên çareseriyê bidim avêtin, dema çalakînekirinê ragihand. 

Di Newroza 2013’an de deklarasyona demokratîkbûnê îlan kir. Armanca Rêber Apo bi van gavan ew bû ku di serî de gelê Kurd, hêzên demokrasiyê xwe rêxistin bikin û bihêz bibin. Ji ber ku bawer dike, demokrasiya rastî dê bi rêxistinbûn û tevgera hevbeş a gelê Kurd û hêzên demokrasiyê pêk were. Jixwe, projeya siyasî ya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê digihîne hev jî derxist danî holê. Rêber Apo li aliyekî ji bo rêxistin û bihêzbûna hêzên demokrasiyê hewl da; li aliylê din ji bo bi vê desthilatê gavên çareseriyê bide avêtin, kar kiriye. 

Di encama vê yekê de, 28’ê Sibata 2015’an bi tevlîbûna rayedarên hikûmetê Mutabeqata Dolmabahçeyê hat îlankirin. Ji bo gavên çareseriyê bi desthilatê bide avêtin, yan jî rûyê desthilatê yê rast derxe holê Rêber Apo Mutabeqata Dolmabahçeyê danî holê. Lê ji ber polîtîkaya çareseriyê ya Erdoganî tinebû, rûyê wan ê rast derxist holê. Tayîp Erdogan got, ´Mutabeqata çi, çareseriya çi´ û ev mutabeqat nepejirand, pehînek lê da. Ne rast e ku ji wê demê re bê gotin, dema çareseriyê jî. Ji ber desthilata AKP´ê wisa nêzî vê demê nebûye. Wê demê ji bo berdewama desthilata xwe wekî înstrumanekê bi kar aniye. Rêber Apo û PKK’ê xwest desthilata AKP’ê demekê wiha bijî. Lê çiqas maqûl nêzîkî meselê bûbin jî, AKP’ya Tayyip Erdoganî neket nava pêvajoyeke wiha. 

Ku em ji wê demê re bêjin pêvajoya çaseriyê, têgehiştineke wekî niyeteke wisa ya AKPê hebû, çêdibe. AKP’ê ev dem ji bo berdewama desthilata xwe, Rêber Apo û PKK’ê jî ji bo bihzêkirina hêzên demokrasiyê û gav avêtina desthilatê ya ji bo çareseriyê nirxandin. Dema em li rastiya Tirkiyê binihêrin, ji ber ku dixwazin Kurdan qir bikin û Kurdistanê bikin qada berbelavbûna netewebûna Tirk, bêyî demokratîkbûna Tirkiyê, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Yan jî çarerseriya pirsgirêka Kurd dê bi tifaqa hêzên demokrasiyê û têkoşîna hevbeş pêk were. Dijminahiya Kurd û şovenîzm tenê dê bi hizra demokratîk û veguherînê li paş bê hiştin. 

Ev hizr û bîr tenê bi hêza eniya demokrasiyê, têkoşîn û pêngavên demokratîkbûnê dikarin li paş bên hiştin. Kurdên Bakur û yên dixwazin meseleya Kurd çareser bibe, divê polîtîka û stratejiyeke wiha bişopînin. Na, heger ji filan û bêvan desthilatê hêviya çareseriyê bikin, ew dê xwe bixapînin. Halê hazir, heke desthilata AKP-MHP hilweşe rêya demokratîkbûnê dê vebe. Ji bilî têkoşîna hilweşandina vê desthilatê her kî bihizire ku meseleya Kurd dê bi rêyêke din çareser bibe, ew serê xwe li ber polîtîkayên qirkirinê ditewîne, stûyê xwe datîne bin kêra qirkirinê. Pêvajoya çareseriyê jî, çareserî jî bi tifaqa demokrasiyê û demokratîkbûnê pêk tê. Her fikir û gotubêja ji derveyî vê ji rê derketin e. Dibe qutbûna ji armanc û rojeva esasî. Bi hêviya Kurd hemû, hêzên demokrasiyê vê rastiyê bibînin ku bi têkoşîna tifaqa demokrasiyê dê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Li gorî vê bibin xwedî polîtîka û kiryar.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.