Rastkirina şaşiyê destekkirina Kurdan e

Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand —

Pêncşem 14 Cotmeh 2021 - 01:18

Em ketin sala 24'an a Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêber Apo. Ji bo dewleta Tirk a qirker û mêtinger komploya li dijî Rêber Apo ew çend girîng e ku gelek êrişên xwe îro jî pêk tîne. Yek ji van êrişan jî di 9'ê Cotmeha 2019'an de li  Rojava dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ye. Donald Trump û Erdogan di nava tengaviyeke mezin de bûn, di demeke wisa de herduyan li ser êrişê li hev kir û bi vî awayî hev ji tengaviyê derxistin. Serokê Emerîkayê Trump ji bo ku xwe û Erdogan xilas bike, destûr da artêşa Tirk da ku Kurdan ji cih û warê wan bike, êrişî wan bike. Gelê Kurd van êrişên hanê weke êrişên li dijî gelên Sûriye û Rojhilata Navîn hemûyan nirxand. Bi vê êrişê re li qadên herî bi îstîqrar û gel lê bi aşitî bi hev re dijîn, bêîstîqrarî hatiye çêkirin.

Di salvegera 2'yan a dagirkeriyê de serokê Emerîkayê Biden ê ku hat şûna Trump, got; êriş û dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê îstîqrarê xera dike, bandora neerênî li têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê dike. Wî bi van gotinan nirxandin û fikarên Kurdan jî piştrast kirin. Destûra ji bo êrişeke li Kurdên ku bi koalîsyona li dijî DAIŞ'ê têkoşîneke hevpar li dijî DAIŞ'ê meşandin û ew têk birin, ji bo Emerîkayê û hêzên koalîsyonê rewşeke şermê bû. Biden piştî 2 salan li hemberî polîtîkayên Trump yên ku li ber dewleta Tirk rêya êrişê vekir, di heman demê de êrişa li dijî Kurdan qebûl kir. Qebûl kir ku neheqî li Kurdan hatiye kirin. Li dinyayê binpêkirineke piçûk a li ser sînoran jî weke pirsgirêk tê dîtin û dibe rojev. Di rewşeke welê de li dijî êriş û dagirkirina Rojava bêdengî, qirêjiya polîtîkayên li dinyayê jî radixe ber çavan. Daxuyaniyên Biden li dijî vê rewşê helwêstek e. Lê belê bi tenê helwêst têrî nake, lazim e ev neheqî bi dawî bibe. Yan na, wê dagirker, kujer û qirker bi gotinên welê nesekinin; heta zexteke polîtîk pê re neyê kirin, dagirkeriyên nû jî wê werin teşwîqkirin.

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, têkoşîna gelê Kurd hêj ji destpêkê ve têkoşîneke heq û rewa ye. Têkoşîna li dijî neheqî û zilmê di heman demê de li ser navê mirovahiyê hemûyî tê kirin. Biden bi daxuyaniyên xwe careke din eşkere kir ku têkoşîna gelê Kurd li dijî êrişên dagirkeriya Tirk meşrû û rewa ye.  Dema ku mirov têkiliya Trump û Erdogan a beriya 2 salan û êrişên li dijî Kurdan bîne bîra xwe, wateya daxuyaniyên Biden, helwêstnîşandana li hemberî şaşiya Trump e. Hêviya me ew e ku di mijara bidawîanîna dagirkeriyê de ev helwêst veguhere piştevaniya têkoşîna Kurdan.

Tirkiye ne bi tenê li Sûriyê, di heman demê de li Iraqê, li Lîbya, Qafqasya, Rojhilatê  Derya Spî, li Balkanan, Efrîka û heta li Ewrûpayê jî bêîstîqrariyê çêdike. Çete û penaberan li hemberî Ewrûpayê bi kar tîne ku ev jî rastiya wê datîne holê. Li dinyayê polîtîka û helwêsta herî adî û bêrûmet şantaj û gef e. Îro roj, li dinyayê herî zêde dewleta Tirk vê yekê dike. Bi şantaj û gefan fîdye dixwaze, destekê ji polîtkayên xwe yên faşîst re dixwaze.

Tirkiye ev sedsal in, Kurdan li ku derê li dijî polîtîlayên qirker û mêtinger li ber xwe dabe, wan weke şakî, eşqiya, sergerde, anarşîst û terorîst nîşan dane. Zext û zora kirî jî ji xwe re heq dîtiye. Dewleta Tirk ev cesaret û curret jî ji erêkirina Emerîka û Ewrûpayê girtiye. Li ser vî esasî, Emerîka û Ewrûpa bûne şirîkên sûc û polîtîkayên qirker ên Tirkiyê. Tirkiye ji ber ku berê di nava tifaqa dij-Sovyet de bû, ew jî bûn şirîkê sûcên wê; lê gelo niha çima dibin şirîk?

Emerîka û Ewrûpa hem divê destekê nedin van polîtîkayên dewleta Tirk hem jî polîtîkayên xwe yên di heqê Kurdan de bi awayekî rast destnîşan bikin. Ji bo îstîqrar û aşitiya rojhilata Navîn, divê ev were kirin. Yan na weke dewleta Tirk a qirker û mêtinger ew jî rabin bibêjin, Kurdê baş û Kurdê nebaş, ew ê destekê bidin polîtîkayên dewleta Tirk û Kurdên garantiya aştî û îstîqrara Rojhilata Navîn in, qels bikin. Heke Ewrûpa û Emerîka bi rastî jî li Rojhilata Navîn aştî û îstîqrarê dixwazin, wê demê divê rêzê nîşanî îrade û hêza demokratîk a Kurdan, bidin

Di sedsala 21'ê de ku wê bibe sedsala demokrasî û azadiya jinê, lazim e Emerîka û Ewrûpa vê rastiyê bibînin, destekê nedin dewleta Tirk a qirker û faşîst. Xwe ji vê qirêjê û vî barî rizgar bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.