PDK çima PKK’ê sûcdar dike?

Kemal ÇOMANÎ nivîsand —

Sêşem 23 Mijdar 2021 - 23:11

  • Ji bo pirraniya xelkê Kurd ê ku siyasetê nas dike, Dr. Qasimlo serokekî bi bandor û hêjayî Kurdan bû li Rojhilatê Kurdistanê. 

https://justpaste.it/img/r/632/341/e7931d15f51cfe0a9351a20e9dd92b85.png

Ji bo pirraniya xelkê Kurd ê ku siyasetê nas dike, Dr. Qasimlo serokekî bi bandor û hêjayî Kurdan bû li Rojhilatê Kurdistanê.

Ew di warê siyasî, leşkerî û dîplomatîk de jî kesekî bi karîzma û bi hêz bû. Gava ku serokatiya PDK—Îranê girte destê xwe, gavên mezin avêtin di nava xebata Kurdan a li Rojhilatê Kuristanê de. Lê belê,PDK a Iraqê û malbata Barzanî her tim dijminatiya Dr. Qasimlo kir û heta niha jî zêde ji wî hêrs û bi qehr in. Rastî ew bû ku Malbata Barzanî li dijî Dr. Qasimlo, alîkariya rejîma Îslamî ya Îranê kir û li ser axa Rojhilatê Kurdistanê li dijî gelê Kurd û PDK-Îranê şerekî qirêj jî meşand. 

Çima PDK´ê wisa kir? Ji ber ku malbata Barzanî û PDK´ê ti caran qebûl nakin ku kurdek xwedî proje û hizrekê be û ne li bin bandor û desthilata wan de be. Kesekî ku ne di bin destê wan de, li gorî wan ne Kurd e û nikare Kurdîtiyê jî bike.

Ji ber vê yekê, pirr normal e ku em dibînin, niha malbata Barzanî daye pêşiya arteşa Tirk û li dijî PKK´ê û tevgera Azadiya Kurdistanê lîstikên qirêj datînin. Qirêjî û rezîlî wan digihîjîne heta bi cihekî ku em dibînin koçberbûna xelkê Başûr ber bi Ewrûpayê jî dixin sitûyê PKK´ê. 

De bila em welê qebûl bikin ku PKK sûcdar e di vê mijarê de; gelo Dr. Qasimlo li dijî PDK´ê çi kiribû? Gelo Qasimlo hatibû ser axa Başûr li dijî PDK´ê şer kiribû? Yan PDK´ê li ser axa Rojhilat û bi alîkariya rejîma Îranê li dijî Kurdan şer dikir? Rastî ew bû ku gelê Rojhilat bi mêraniya xwe rêz û hurmet ji PDK û Barzanî re nîşan da. Lê bersiva wê merxasiyê, bû komkujiya xelkê bajarên Rojhilatê Kurdistanê û şerê PDK´ê li diji gel û pêşmergeyên Qasimlo. 

Ya rastî ew e ku her kesê niştimanperwer û azad, gava ji PDK hez neke, edî PDK wî weke dijmin dibîne. Kî dibe bila bibe, heger nebe kole ji malbata Barzanî re û di xizmeta acendaya dewletên dagirkerên Kurdistan nebe, ji bo PDK´ê ew dibe dijmin. Mînaka herî ber bi çav di nav malbata Barzanî de, Dr. Eyûb Barzanî ye ku bi xwe pismamê wan e. Ji ber hizr û ramanên wî yên azad, nikare vegere ser ax û zêda xwe ya li Kurdistanê. 

Gelo Mesrûr Barzanî rast dibêje, gava ku qala xelkê dike da ku koçberî Ewrûpayê nebin?

Li gorî raporên Panama Paipers û FînCEN Files, şirketên Mesrur Barzanî li ser navê Serwer Pêdawî li cihên dûr hatine tomarkirin da ku ji bac û mesrefê xwe xelas bikin. Li gorî heman raporê, di banka RT a ku a malbata Barzanî ye; 32 caran hewaleyên pere ji bo Emerîkayê sor hatine nîşan kirin ji ber gumana şûştina pereyê reş û mîqdara vî pereyî jî zêdeyî 50 milyon dolarî bûye. Rojnameya Variety sala 2019´an nivîsandiye ku Mesrûr Barzanî malek li Beverly Hill (Hollywood) li Emerîkayê kiriye bi 47 million dolaran. 

Ji her yekî ji van kirinan em dikarin bêjin ku welat ne a milet e. Welat tenê bûye milk û mala kom û grûpên piçuk, qirêj û temakar û ew jî xwe bi reng û gowdeya malbatên Talebanî û Barzanî nîşan dide. 

Pirsa me niha ev e, gelo çima 6 million xelk bûne qûrbanî destên qirej ên 2 malbatan?

Lazim e ku ev pirs bibe sedem ji bo şiyarbûna xelkê. Lazim e ku xelk werin cem hev û dev ji nakokiyan berdin. Heger xelk alîkar be; çareserî ji bo wan girift û arîşeyên civakî û siyasî ne tiştekî bêçare ye. Ev rewş gihiştiye cihekî ku guhertin bûye tiştek teqez. Edî lazim e em li benda guhertinên radikal û teqez bin....

parvê bike

Kemal ÇOMANÎ

Nivîsên Kemal ÇOMANÎ

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.