- Ez dixwazim vê payîzê berê xwe bidim zeviya helbestê û binihêrim ka helbestavanên me çi tov reşandine nav vê zeviyê. Û ev tovên wan piştî demekê berên çawa girtine, ez dixwazim bi gulî û şaxên helbestên wan dakevim û ristên helbestên wan veçirînim. Ev demsal ji bo wêje û helbesta me jî bi xêr e. Ne tenê ji cotkar û rençberan re.
ARDÎN DÎREN
Di salnameya Kurmancî de demsala payîzê demsaleke pirr bi xêr û bêr e. Ev demsal ya çandiniyê ye. Her wiha rez tên birrîn û mehser tên danîn. Berên salê tên berhevkirin. Ji bo zivistanê dan tê kelandin da ku bibe savar û bi vî awayî haziriya zivistanê tê kirin. Piştî şilî dibare, rewa çêdibe bi erdê re û cotkar tovên xwe direşînin nav zeviyan. Di Kurmancî de dibêjin, “Payîzxêr ket”. Di folklora Kurdî de li ser payîzê gelek tişt hatine gotin û nivîsandin. Nexasim gava mirov berê xwe bide çanda devkî, mirov dê gelek mînakan bibîne. Wek nimûne, gotinek heye ji bo meha pêşîn ya payîzê; “Îlon e, zik têr e û dinya xêr e.” Gava mirov çend kitêbên berhevkariya çanda devkî ya Kurmancî bi ser hev de bide mirov dê gelek gotinên bi vî rengî bibîne.
Lê ez zêdetir dixwazim di helbesta Kurdî de li ser payîzê çi hatiye gotin û nivîsandin, hîn bibim. Ez dixwazim vê payîzê berê xwe bidim zeviya helbestê û binihêrim ka helbestavanên me çi tov reşandina nav vê zeviyê. Û ev tovên wan piştî demekê berên çawa girtine, ez dixwazim bi gulî û şaxên helbestên wan dakevim û ristên helbestên wan biçinim, paşê rezê wan bixeritînim. Ji lewma di helbesta Kurdî de gelek rist li ser payîzê hatine nivîsandin. Ev demsal ji bo wêje û helbesta me jî bi xêr e. Ne tenê ji cotkar û rençberan re.
Ka em binihêrin payîzxêr rewayeke çawa bi helbesta Kurdî re çêkiriye û erda helbestê çiqasî şil kiriye bi barana xwe.
Ez im generalê payîzê
Ji ber ku di helbesta Kurdî de wekî “Generalê Payîzê” dihat naskirin, em bi helbesta Mihemed Omer Osman destpê bikin. Mihemed Omer Osman ji Silêmanî bû û sala 2019’an dawî li jiyana xwe anî, întîhar kir. Ji ristên helbestên wî bêhna payîzê difûre. Diyar e demsala payîzê li ser helbest û jiyana wî bandoreke xwe çêkiriye. Di helbesta xwe ya “Generalê Payîzê” de ew dibêje;
“Ez im generalê payîzê…
Ez ê tu carî xêrnedî
Ez general im..
Generalê bi hezaran darên rût û bi milyaran pelên weşiyayî
Ez im generalê payîzê...
Şifqeya li serê min ewr e
Û stêrkên li ser milê min çend pelên çilo yên rengzîvî
Sakoyê li min nermeba ye
Û şûrê min çiqlê dareke riziyayî”
Ji kîşweran payîz e niha
Helbestvan Arjen Arî jî di helbesta xwe de li ser payîzê dirame û di gelek ristên wî de payîz heye. Heta kitêbeke wî ya bi navê “Payîza Peyvê” jî heye. Mixabin wî jî zû ji nav me bar kir û sala 2012’an jiyana xwe ji dest da. Helbesta wî ya bi navê “Ji Kîşweran Payîz e Niha” di vî warî de navdar e. Çend ristên helbesta wî wiha ne;
“payîz e, dem dê xwe veguhere guherek din
kêlî ê nepirsin ji te bo bibin saet
û roj dê raneweste li te bo nebe şev;
roj derew, şev derew, zeman nakeve xew...
demsal e... ji kîşweran payîz e niha”
Vê payîza dereng bi gulpên vê darê ve
Mueyed Teyib, yek ji pêşengên helbesta Kurmancî ya Başûr tê hesibandin. Di nav wî nifşî de ye ku salên 70’yî de Kurmanciya Behdînî dewlemend kiriye. Ew jî navekî xuya ye. Ew di helbesta xwe ya “Ne ba min siwar dike, ne ax min peya dike” de wiha dest pê dike û payîzê bi van ristan rave dike;
“Ez takebelgê zer û pêtî me
Vê payîza dereng
Bi gulpên vê darê ve mayim
Ne ba min siwar diket
Ne ax min peya diket...”
Belgê zer giriyan wek zarê bê dê
Şikoyê Hesen ku li Sovyetê dixwîne û dimine, di riya Yesenîn û Mayakovskî de diçe û sala 1976’an xwe dikuje. Nivîskar Tosinê Reşîd di pêşgotina kitêba Şikoyê Hesen a “Payîz û Ba” de ji bo wî dibêje, “Şiko ne merivê vê cîhanê, vê dewranê bû. Wî nikaribû qelpiyê bike.” Ew her çiqas bi helbesta xwe ya “Zimanê Kurdî” were naskirin jî sala 1968’an helbesteke bi navê “Payiz” dinivîse, beriya ku payîz pelên dara xwe bi ser temenê wî de biweşîne.
“Û war û zozan man xalî, melûl,
Wir ba û kundva nivatin zelûl.
Rextê sîng dara rijiyane erdê,
Belgê zer giriyan wek zarê bê dê...
Leylan ket deşta û berjêr bezî,
Ricafê girte darê rût tezî...”
Payîzxêrê barana helbestê barandiye
Ji helbestên jor eyan e, payîzxêr barana helbestê barandiye bi ser zeviyên helbesta Kurdî de. Ji xeynî van helbestvanan Şêrko Bêkes bi helbesta xwe ya “Payîz”, Hêmîn Mukriyanî bi helbesta xwe ya “Êwarey Payîz”, Fêrîkê Ûsiv bi helbesta xwe ya “Payîza Geş”, Mem Ronga bi helbesta xwe ya “Pelê Payîzê”, Kawa Nemir bi helbesta xwe ya “Bo Payîza Ku Dizûre Ji Gelî û Newalan De” û Selamî Esen bi helbesta xwe ya “Payîz û Peykerê Evînê” li ser payîzê nivisîne. Heger mirov lê bikole, ez bewer dikim dê bibîne ku gelek helbestavanên Kurd yên din jî di helbesta xwe de li ser demsala payîzê hûr bûne û nivîsîne û xema dilê xwe di ser payîzê re vegotine ango bi ristan anîne ziman. Min hewl da ji van ristan çend heban bineqînim û parve bikim. Lê li gorî min hêja ye ku mirov bi awayekî kûr û dûr li ser payîzê û bandora wê ya li ser helbesta Kûrdî bihizire û binivisîne.
Vê payîzê hema ji dilê min hat û min xwest bi van ristan helbestvanên Kurd bi bîr bînim û payîzxêra di helbesta Kurdî de bînim ziman. Ji bo helbestê payîz hêmayeke bi ber e, min xwest nîşan bidim helbestvanên me payîz bi kîjan hestan anîne ziman û payîzê çawa li ser helbesta wan bandora xwe çêkiriye.