Paşxistina hilbijartinan qebûl nakin

În 3 Gulan 2024 - 00:51

Mekteba Siyasî ya YNK’ê bi serokatiya Serokê YNK’ê Bafil Talebanî civînek lidar xist û bi tundî her hewlek otorîter û gotegotên li ser lihevkirina di navbera partiyan de ji bo paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê şermezar û red kir. Her wiha di civînê de piştgiriya xwe ji bo berdewamiya tedbîrên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ji bo serkeftina hilbijartinên heman rojê dubare kir.

Mekteba siyasî di civîna ku li Dabaşanê birêve çû, ji bo parastina mafên demokratîk ên gelê Kurd, biryar da ku li hember hewlên nerewa yên paşxistina hilbijartinên pêşbînîkirî, hemû tedbîrên yasayî û xebatên berfireh ên siyasî û dîplomatîk werbigirin. Di civînê de hişyarî hate dayîn ku her hewlek ji bo paşxistina hilbijartinan, her çend berevajî biryarên Dadgeha Federalî û tedbîrên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan be, wê bibe xefkek mezin û wiha hate gotin:“Di Pêvajoya siyasî ya Kurdistanê de ku di dawiyê de ti baweriyek ji bo îradeya guhertina demokratîk û navûdengê saziyên Herêma Kurdistanê nahêle û rewatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku niha li ser deshilatê ye bi awayekî cidî dixe ber pirsê. Mekteba Siyasî hewildanên bi vî rengî yên paşxistina îmtiyazên demokratîk dinirxîne û ji bilî berçavgirtina berjewendiyên teng ên ku xwe ji proseya hilbijartinan vedişêrin, ti hincetek ji bo wan nîne. Ew li dergehek neheq digerin ku wê wan vegerîne piraniyek bi zorê. Ji ber vê yekê jî em dibêjin, ti carî nabin  beşek ji tiştên jêr bi jêr û her hevdîtinek ji bo paşxistina hilbijartinan red dikin.”

Em ê têkoşîna demokratîk bikin

* Wê bi rêya yadaştnameyên fermî û hevdîtinên eşkere û cidî, dostên proseya siyasî ya Kurdistanê, Iraq, civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî ji pabendbûna xwe ya demokratîk were agahdarkirin.

* Li gel hêzên Kurdistanî yên ku doza pabendbûna bi dema hilbijartinê re dikin, wê bi lihevkirina neteweyî yekîtî û demokrasiyê were xurtkirin.

* Ew ê serî li giliyên yasayî were dayîn û li gor destûra Iraqê û yasayên cîbicîkar parastinê li mafê gelê xwe were kirin.

Her wiha bang li her kesî hate kirin ku piştgiriyê bidin vê têkoşîna ‘legal û demokratîk’. Di dawiyê de bang li raya giştî ya gelê Kurd û dengderên nû yên proseya hilbijartinan ku yekem car vî mafê demokratîk bi kar tînin hate kirin ku bi hev re ezmûna demokratîk a Kurdistanê biparêzin û erka rastkirina rêbaza rêveberiya herêmî bi cih bînin, ku tenê bi hilbijartinên adil û di dema xwe de pêkan e.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.