Paşve gav avêtin tine!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 2 Cotmeh 2024 - 00:15

  • Zimanzan û Serokê Komeleya Ziman û Çanda Kurdî ya Rihayê Samî Tan da zanîn ku li dijî Kurdî konseptek nû di dewrê de ye û got: “Li dijî pişaftinê meş û mitîng tenê têr nakin. Pêwîstî pê heye mal bi mal werin rêxistinkirin. Divê şaredarî pêşengiya xebatên Kurdî bikin.”  

Li Amedê roja 24’ê îlonê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de bi ser avahiyên saziyên ziman de hatibûn girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de rêveber û mamosteyên Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê Kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê û Kooperatîfa Perwerdehiya Ziman û Hunerê ya Ankayê ya ku kargehên perwerdehiya pirrzimanî û hunerê li dar dixe, hatibûn binçavkirin. Di serdegirtinên malan de 30 rêveber û mamosteyên saziyên zimanê Kurdî hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên li emniyetê, dozgeriyê û dadgeriyê 29 kes hatin berdan. Di çarçoveya lêpirsînê de Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin. 

Zimanzan û Serokê Komeleya Ziman û Çanda Kurdî ya Rihayê Samî Tan da zanîn ku li dijî Kurdî konseptek nû di dewrê de ye û got: “Li dijî pişaftinê meş û mitîng tenê têr nakin. Pêwîstî pê heye mal bi mal werin rêxistinkirin. Divê şaredarî pêşengiya xebatên Kurdî bikin.”  

Tan diyar kir ku êrişa li ser komeleya MED-DER’ê hat kirin ne rewa ye û got: “Ez girtina mamoste Rifat Ronî şermezar dikim. Ez û mamosta Rifat me salan bi hev re xebatê Kurdî kir. Di dema KURDÎ-DER’ê de em bi hev re bûn. Xebatê tevgera ziman de me bi hev re xebat kiriye. Herî dawî jî komîsyona çand û ziman a DEM Partiyê em bi hev re dixebitîn. Ev zihniyet dixwaze xebatê zimanê Kurdî terorîze bikin. Ji bo însan jê birevin û nekevin nav wan xebatan vêya dikin. Bila bizanibin gelê Kurd gavekî jî bi paş ve navêje. Dema gelê Kurd gavekî bi paş ve biavêje xwe înkar dike, hebûna xwe înkar dike, xwekujiyê dike. Divê dev ji xwebûna xwe berde. Dema dev ji xwebûna xwe berde wê demê ew jî tine dibe. Dikarin gelek hinceta bibînin. Dikarin hincetên xeyalî çêkin, ev pir hatiye bikaranîn û ceribandin.”  

Divê şaredarî û DEM partî xwedî li ziman derkevin 

Tan belge û helwesta ziman a DEM Partiyê ya beriya hilbijartinê li ser gora Ehmedê Xanî eşkere kir bi bîr xist û got: “Divê li vê belgeyê xwedî derkevin û bi cih bînin. Divê şaredarî di asteya midûrîyet û daîreyên çand û ziman ava bikin. Divê kesên li ser ziman xebitîne û dixebitin, werin îstîhdamkirin. Divê di warê ziman de şaredarî xebatan bikin. Tenê daliqandina tabelayên Kurdî ne bes in. Divê şaredarî pêşî xebatkarê xwe perwerde bikin, piştre gel perwerde bikin. Divê kursên zimanê Kurdî werin vekirin. Wezîrê Karê Hundir dibêje 'Zimanê Yunus Emre jî yê me ye, zimanê Feqîyê Teyran jî yê me ye’. Lê ev ne rast e. AKP pîştî hilbijartina herêmî winda kir, niha jî polîtîkayên dimeşîne û yên Ergenekonê, MHP û dewleta kûr dimeşîne. Ev polîtîka naçin serî. Divê em gavekî jî bi paş ve neavêjin. Wê demê wê gel ji tev li bibe. Gel ji sedî 90 perwerdeya bi zimanê xwe dixwaze. Lê nizanin. Divê em gel hişmend bikin ku ev daxwaza perwerdehiya ziman were cih.” 

MA/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.