Parka Rêber Abdullah Ocalan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 21 Mijdar 2023 - 00:14

BESNA ŞEMO / ANHA / QAMIŞLO

Şaredariya Gel a navçeya Til Koçerê ya kantona Qamişloyê sala 2015`an parka Rêber Abdullah Ocalan vekir. Di parkê de dar çandin û kursî danîn. Ji wê demê ve park bûye meqseda tevahî şêniyên navçeyê.

Îsal jî, şêniyên navçeyê bi koordîneya Şaredariya Gel, bi armanca xweşikkirina parkê peykara cezweya qehwê ku çanda pêkhateya Ereb nîşan dide, di parkê de ava kir. Her wiha avreşînk ava kir û  kursiyên din bicih kirin.

Ji destpêka salê ve, çalakiyên cihereng li parkê tên lidarxistin ku şêniyên navçeyê sûdê jê digirin. Berpirsên parkê plan dikin pirtûkxaneyekê li parkê vekin.

Elî Ubêd ê ji Til Koçerê yek ji beşdarên bedewkirina parkê ye got:“Plansaziya me ya paşerojê em pirtûkxaneyekê li vir vekin ku pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan û çîrok ji bo zarokan lê hebin.” Li gorî berpirsên parkê, hewldan hene ku ekraneke mezin ji bo dayîna semîneran li parkê bi bicih bikin û çalakiyên cur bi cur li dar bixin.

Ehmed El Heneş jî got:“Ez û hevalên xwe li parkê li hev dicivin û sohbetê dikin. Mebesta min ew e ku li gel şerê taybet ê herêmê, em nêrînên hev nas bikin û ciwanan ji vê yekê agahdar bikin.” El Heneş diyar kir ku bi însiyatîfa Tevgera Ciwanên Şoreşger gelek semînerên bi mijarên cuda li parkê tên dayîn da ku sûdê jê digirin.

Li parkê, jinên navçeyê kom dibin. Têkildarî vê yekê Firyal Esaf got:“Em bêhna xwe li parkê vedidin. Bi saya Rêber Abdullah Ocalan zihniyeta civakê ya li hember jinan hate guhertin. Êdî jin dikarin derkevin, li parkan rûnin û fikrên xwe parve bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.