Navenda Pargîn bi lêkolîn û parastina rêûresma Rojavayê Kurdistanê daketiye, berhemeke nû derxist. Ev berhem ji klîpekê pêk tê û dengbêjeke piçûk ya bi navê Sorxwîn Se’dûn payîzokê dibêje.
Muzîka klîpê dîsa Mehmûd Berazî çêkiriye û Şêro Hindê jî derhêneriya klîpê kiriye.
Navenda Pargînê li herêma Koçeratê kar û barên xwe bi rê ve dibe, berê jî berhemên bi vî rengî derxistibûn û li ser hesabên xwe yên medyayê belav kiribû.
NAVENDA NÛÇEYAN