Parçebûyî têk çûn

Şemî 19 Tebax 2023 - 05:45

  • The Economistê li ser rewşa Başûrê Kurdistanê got, “Parçebûyî têk çûn” û di dewamê de bi analîzeke dîplomatekî got, “Tehlûke heye ku projeya Kurdistanê bi bin bikeve.” Weke berpirs jî wê îşaret bi devjenî û şerê ji bo çavkaniyan û hêza siyasî yê di navbera PDK û YNK´ê de kir. 

Kovara The Economîst bi analîzeke li ser Başûrê Kurdistanê û rêveberiya duserî ya Hewlêr û Silêmaniyê, got, “Xewna serxwebûnê ya Kurdan ji her demê dûrtir e”. Van îfadeyan cihê xwe di sernîvîsa analîze de jî girt. Rojnamevanê lêkoler Winthrop Rodgers jî ji bo Middle East Institute bi ser navê “Çaksaziya pêşmerge girêdayî balansa li Kurdistanê Iraqî ye” li hewldanên heta niha bibinketî yên yekkirina hêzên pêşmerge, dikole.

The Economîst dibêje, “Sê deh salan [aboriya] Kurdistanê geş bû û herçî ya Iraqa mayî bû bêteql carinan xitimî. Mezinbûna aborî ya herî bi lez a Iraqê li Herêmê bû. Wê dezgeh û çerxên modern ên ji bo neftê, hotel û otobahn ava kirin. Dengdaneke ji bo serxwebûnê ya bi rengê referandûma 2017´an, siberoja wê geş xuya dikir. Şeş salan piştî wê, geşiya vê xewnê vemirî. Herçî ew vînçê avahîsaziyê ne, li ser avahiyên nîvçemayî êdî betal in. Herçî paytexta Iraqê Bexda ye, girêdayî tankan ji bo ewlehiya xwe misoger bike, rêveberên wê jî xweseriya Kurdistanê dikesixînin. Piştî sîh salên xwerêvebirinê, pirraniya aborî, sînor, erdên nakokî li ser wan û siyaseta wan di destê kontrola navendî de ye.”

 

Tehlûkeya bibinketina projeya Kurdistanê

Kovar bi dîplomatekî rojavayî yê li Bexdayê ku Kurdistanê ji nêz ve dişopîne peyiviye û wî gotiye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê lawaz dibe: “Tehlûke heye ku projeya Kurdistanê bi bin bikeve.”

Analîza The Economistê, weke sedem jî hêzên siyasî yên Kurdan tohmetbar dike:  “Devjeniya di navbera her du malbatên feodal de - Barzaniyên ku rojavayê herêmê kontrol dikin û Talabaniyên ku rojhilatê wê kontrol dikin - dijwartir bû. Ji sala 2017´an ve lîderên wanhêza siyasî dan kurên xwe yên herî degel ên ku xwedî xislet û kesayetiyên nakok. Partiyên wan - PDK´a Barzaniyan û YNK´a Talabaniyan - li ser çavkaniyên kêm dibin, şerê hev dikin. Wezîrên wan gelek caran li Bexdayê dengên li dijî hev bi kar tînin.”

 

Çîroka çaksaziya hêzên pêşmerge

Rojnamevan Winthrop Rodgers ê ku Başûrê Kurdistanê ji nêz ve dişopîne û heta niha gelek nûçeyên rojnamevaniya lêkoler li ser Barzaniyan jî weşandine, ji Mieddle East Institute re li ser “Reforma Hêzên Pêşmerge” nivîsî û got, ev reform girêdayî balansa di navbera hêzên siyasî yên Başûr, yanî PDK û YNK´ê de ye. 
Rodgers dibeje, “Hewldanên çaksaziya hêzên ewlehiyê yên Kurdên Iraqî yên weke pêşmerge tên nasîn, niha li ber tehlûkeyeke mezin a têkçûnê ne. Arîşeya di navbera hêzên dijber ên Herêma Kurdistanê ya Iraqê ne nû ne, lê belê peywendiyên bi silamet ên di navbera lîderên PDK û YNK´ê de di nava sala bihurî de rûxiyan. Weke encam jî rayedarên di nava Wezareta Karûbarên Pêşmerge de êdî nikarin rê li ber siyaseta partîzan a berjewendiyên xwe bi xwe bigirin ku reformê bêmane bikin. Îhtîmala depolîtîzekirin û yekkirina hêzên pêşmerge, pirr kêm caran ev qasî dûr xuya dikir.”

Halbûkî hîna nû salek wê di ser memorandûma erêkirina vê çaksaziya hêzên pêşmerge re wê Îlonê bibihure. Par wezareta karûbarên pêşmerge û Wezareta Bergiriyê ya DYE´yê li hev kiribû ku vê çaksaziyê bike. Li gorî Rodgers, hîna derfeta bi serxistina vê bernameya çaksaziya hêzên pêşmerge hebe jî, heger dînamîkên îro dewam bikin, ev ne mumkin e.  

Hîna derfet heye lê ne ji bo demeke dirêj 
Rodgers bi gelek rayedarên eskerî yên rojavayî re peyiviye li ser meselê û hemûyan jî gotiye, ji ber ku di pêvajoyê de ti bipêşketin çêneba, hêviya wan di warê biserketina reforma hêzên pêşmerge nemaye. Wan ji Rodgers re gotiye, derfeteke zêrîn dan lîderên Kurd lê ew bi kêr nayên ku sûdê ji vê derfetê wergirin. 
Rayedarên pêşmerge yên PDK´yî hîna bi hêvî ne ku çaksazî bi ser bikeve, lê yên YNK´yê dibêjin, heta ku guhertineke mezin a siyasî çênebe, wê pêvajo bi pêş nekeve.

Bi her halî vê rapora hanê xwe gihandiye agahiyan ku dibêjin, DYE niha lê difikire, gelo ew alîkariya xwe ya ji bo mûçeyên hêza pêşmerge ya yekkirî ji 20 milyon doran daxe 15 milyon dolaran.

Dawiya dawî, li gorî Rodgers reforma hêzên pêşemerge esas dînamîkên giştîtir dide der: “Gelo lîderiya siyasî wê bawerîbihevneanîna xwe deyne aliyekî û vîzyoneke yekbûyî ji bo tevahiya gel û saziyên Herêma Kurdistanê bi pêş bixe?… Derfet bi zorê be jî hîna heye, lê ne ji bo demeke dirêj.”

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.