Paçîsiya ji Hind û Hindistanê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 16 Tebax 2022 - 21:09

  • Lîstikên kevin ên ku heta îro hatine kêm in yan zêde ne? Zehmet e mirov bersiva vê pirsê bide. 

Lîstikên kevin ên ku heta îro hatine kêm in yan zêde ne? Zehmet e mirov bersiva vê pirsê bide. Lewma em kok û rabihuriya gelek lîstikan nas nakin. Lê herçî lîstika Paçîsî (bi Hindî “ya bi bîstûpêncê”) ye, em dizanin ku ew herî kêm 1600 salan kevin e. Belkî jî kevintir e. Ev lîstik, ji wan lîstikan e ku çanda Ewrûpî ya lîstikê li ser ava bûye. Nexasim lîstika Lodo û lîstikên ji wê peyda bûne, xwe disipêrion vê lîstika Paçîsî. Ingilîzan di sedsala 19´an ev lîstik bire welatên rojava û ji hingê ve ji wê lîstikê bi dehan lîstik peyda bûn. 

Esas Paçîsî jî lîstikeke ji Çawpar (Çawsar û Çawpat jî tê gotin) peyda bûye ku ji wê kevintir e. Zemîna lîstikê heman zemîne, tenê qaîdeyên wê tevlîhevtir in. Paşê jî Çawpar bû lîstika qesrê û Paçîsî bû lîstika xelkê. Îro roj li hindistanê her du jî li nava xelkê bi qasî hev belav in. 

Zemîn yan jî textikê lîstikê ji texte yan jî ji paçan dikare bê çêkirin. Hem jin û hem jî mêr gelekî bi lîstikê dilîzin.

Ji wêneyên dîrokî em dibînin ku di nava cemaweriyê de jî jin eşkere bi vê lîstikê lîstine. Lê ne tenê lîstine, wan bihunerekî nazenîn, zemîn jî neqişandine û kevir jî çêkirine. Kevirên lîstikê carinan bi rastî kevir jî bin, ji texte, sedef û ji tekstîlê jî çêkirine yan jî neqişandine. Yanî lîstikvanên wê jî hunermendên wê jî esas jin in jî. 

Wêneyekî ku jinên pêr dilîzin nîşan dide yê li gorî usûla Hindî hatiye xêzkirin, ji sala 1790´î jî eşkere vê yekê nîşan dide. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.