Otobês, kamera û menzereyek

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 16 Hezîran 2022 - 22:00

  • Bill Hao: Plak ango wêneyên ku ez hazir dikim, dikarin du sedsalan bimînin, lê hin menzere piştî demekê dibe ku ji holê rabin û êdî kes nikaribe wan bibîne. Ji ber vê yekê, min biryar da ku ez wêneyan bi teknîkên berê, fireh û mezin bigirim da ku bêhtir hûrgiliyan biqefêlim.

XASÊ CÛNÊ

Li gorî şert û mercên îro, teknîka wênegirtina berê û her wiha derxistina wan wêneyan ne karekî hêsan bû. Berê ji bo wêneyên werin girtin bên derxistin, wênegir bi rojan li benda wêneyên ku girtibûn disekinîn û vê yekê kela canê wan bêhtir radikir. Lê îro êdî ew hest ne weke berê ye, ji lewma di her warî de bipêşketin çêbûye û karê wênegirtinê jî ji teknolojiyê para xwe girtiye û bi pêş ketiye. Niha bi rêya telefon û wênegirên DSLR ango dijîtal her kes dikare di çirkekê de wêneyan bigire û li wan wêneyan binihêre. Lê hin merivên ku bengiyê teknîkên kevn ên wênegirtinê ne jî hene û ew bi her awayî li ber teknolojiya îro ya ku her tiştê hêsantir dike, radibin û dixwazin li gorî adetên berê karê xwe dewam bikin. Tevî ku kel û pelên wênegirtinê yên berê li ber yên îro giran, mezin û merivan têra xwe diwestînin jî, ew kes dixwazin bi teknîkên berê dewam bikin û xwe didin ber barê wê zehmetiyê. 

Wênegir Bill Hao jî, ji teknîka berê ya wênegirtinê hez dike û ji bo karibe vî karî bike, otobêseke kevn (karawan) wergerandiye “odeya tarî” da ku karibe di vê odeya tarî de wêneyên menzereyan di nav avê de “banyo” bike û ji wan, wêneyên serketî derbixe. Wî li gel vê “odeya tarî” kamerayeke kevn a mezin jî çêkiriye û bi vê kameraya xwe wêneyên manzereyan digire. Pîvanên kameraya wî 11x11 ye û kemerayeke taybet e. Dîsa wî ji bo vê kamereya xwe ya taybet sêpê (trîpod) jî çêkiriye ku ew jî pirr mezin in. Li gorî şert û mercên îro sazkirna bingeheke bi vî rengî jî êdî pirr zehmet e û jixwe, kes guh jî nadiyê. Lê Bill Hao, xeyala xwe pêk anî û du salan otobêsa xwe ya taybet hazir kir. Ew bi vê otobêsa xwe li deşt û çiyayan digere û dilê wî bibije kîjan menzereyê, li wir disekine û wêneyên xweşik ên menzereyan digire.

Wêneyên digire jî di nav saetekê de “banyo” dike, ango derdixe. 

‘Qalibê şil’ muhimtir e

Dema Bill Hao ciwan e, dest bi wênegiriyê kiriye û wî di wan zemanan de film bi kar aniye. Ji lewma ji vî karî gelekî hez dike. Lê ji sala 2015’an ve, ew bi “qalibê şil” yê ku şêwazekî wêne derxistinê ye, daketiye. Bill Hao vê pêvajoyê û karê xwe li hember teknolojiya îro û dijîtalîzebûnê, weke alternatîfekê dibîne û dibêje, “Ez nabêjim pêvajoyên berê yên wênegirtinê ji yên îro ango ji yên dijîtal baştir bûn.

Helbet teknolojiya îro pirr bi lez e. Her wiha besît û bêhempa ye. Lê ji bo min şêwazên berê, nexasim jî ev qalibê şil ku niha bi kar tînim.

muhimtir e. Ji ber ku ez dikarim bi saya vê şêwazê bi qelîte û tonalîteyeke baş wêneyan derxim. Her wiha gelek hurgiliyan jî dikarim bigirim û bi formateke mezin van wêneyên xwe dikarim ´banyo´ bikim. Tişta herî girîng jî wêneyên ku bi teknîkên berê tên girtin û şûştin, reseniya wan bêhtir e û mirov dikarin wan wêneyan demeke dirêj veşêrin.”

Wêne dikarin du sedsalan bimînin

Plakên ku Bill Hao li ser wan wêneyan digire, plakên fireh û mezin in. Plak bi qasî 3 milîmetre stûr û 32 santîmetre di 48 santîmetre de jî fireh in. Ev yek dike ku bi formateke mezintir wêneyên xwe bigire. Piştî wêneyên xwe digire, wan di otobêsa xwe de di nav avê de dişo, û bi vî awayî wêneyên xwe derdixe. Ji bo karibe van wêneyan derbixe, hemû malzemeyên (elektrîk, av, maddeyên kîmyewî) ji bo şûştina van wêneyên mezin hazir in di “odeya tarî” yan jî otobêsa wî de. Ew bi vê otobêsa xwe li “Çiyayên Rockies yên Kanada” yê digere û bi teknîkên berê, wêneyên manzereyên bêhempa digire, li gel ku karekî zor û zehmet e jî ew di vî karî de bi ser ketiye. 

Bill Hao dibêje, di dema xebatên xwe de wî baş dîtiye bê ka menzere çawa hatine guherandin û hin dîmenên xwezayî yên xweşik çawa ji holê rabûne û gotina xwe wiha bi dawî dike, “Plakên ku ez hazir dikim, dikarin du sedsalan bimînin, lê hin menzere piştî demekê dibe ku ji holê rabin û êdî kes nikaribe wan bibîne. Ji ber vê yekê min biryar da ku ez wêneyan bi teknîkên berê, fireh û mezin bigirim da ku bêhtir hûrgiliyan biqefêlim. Ev wêneyên digirim li ber dilê her kesî delalî û bêhempa ne.”   

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.