Koma Orkestarayê ya Zarokên Rojava ya girêdayî Desteya Çand û Huner a herêma Cizîrê, şahiyek li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a Qamişlo li dar xist. Ew şahî bi armanca pêşkêşkirina behreyên zarokan ji malbatên wan re û teşwîqkirina wan li ser çand û muzîka Kurdî ye.
Armanca komê ew e ku lêdana amûrên muzîkê hînî zarokên Kurd bike û bike ku ew awazên muzîka gelê Kurd nas bikin. Di komê de qederê 30 zarokên temenê wan di navbera 8 û 16 salî de hene û bi pirranî ji Qamişloyê ne.
Li ser mijarê hunermend û endama rêveber a komê, Mizgîn Tahir got, "Me ev şahî li dar xist da ku behreyên muzîkê yên zarokên beşdar nîşanî malbatên wan bidin, zarokan ji hewaya şer bi dûr bixin û teşwîqî huner û muzîka Kurdî bikin."
Mizgîn Tahir gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Kom ji 8 mehan ve zarok li ser amûrên muzîka Kurdî û ya klasîk, ên mîna tembûr, gîtar, piyano, biziq, qanûn, pîk, keman û wekî din perwerde dike.“
Di dawiya şahiyê, her zarokê/î li amûrekê muzîkê da û stranên Kurdî yên taybet bi zarokan li ber wan hatin gotin.
ANHA/QAMIŞLO