Online xwendina ‘Sosyolojiya Azadiyê’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 20 Tebax 2020 - 23:00

  • Komek ji pirtûkhezên Elman ên ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan bala wan dikişîne, ji bo xwendin û nîqaşkirina pirtûka bi navê “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk 3- Sosyolojiya Azadiyê” koma xwendinê ava kir.

Nîsana bihurî, li welatên ku Elmanî lê tê axaftin; li Elmanya, Awusturya û Swîsreyê, Weşanxaneya Unrast pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk 3 - Sosyolojiya Azadiyê” (Manifests der demokratischen Zivilisation 3 - Soziologie der Freiheit) çap kiribû.
Di vê beşa rêzepirtûkên Ocalan de, hêza çêker û hilweşîner a mejî, mejî û exlaq, mejî û bawerî, exlaq û civaka exlaqî, destketiyên hêzên li dijî sîstemê û têkçûnên, sedemên vê yekê yên dîrokî û civakî tên nirxandin. Di vê berhema Ocalan de her wiha xeta întelektuel, exlaqî, polîtîk û têkoşînê jî tê destnîşankirin.

Li her kesî vekirî ye

Li bajarê bakurê Elmanyayê Hannoverê, komek ji pirtûkhezên Elman bi pêşengiya komeleya NAV-DEM’ê, komeke xwendin û nîqaşkirina pirtûkê ava kir. Kom li ser înternetê her roja çarşemê saet di 19:30´î de kom dibe û her kesê dixwaze, dikare bi rengekî zindî beşdarî vê civîna online bibe. Heta niha nîvê pirtûkê hatiye xwendin.
Armanc ji avakirina vê komê ew e ku nêrînên Ocalan bên xwendin, nîqaşkirin û bi vî rengî baş bên fêhmkirin. Civîn li ser platforma civînên online https://meet.systemli.org/ çêdibe.

HANNOVER

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.