Ocalan weke rojê hilat

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 17 Tebax 2022 - 22:12

  • “Divê em ji her demê bêhtir xwedî li Rêbertiya xwe derkevin”

ERDOGAN ZAMUR/ONER POLAT / CENEVRE

Kurd ev 18 meh in ji bo azadiya Rêber Ocalan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê çalakiyan li dar dixin dibêjin, “Divê em ji her demê bêhtir xwedî li Rêbertiya xwe derkevin”.  Wan bang li Kurdan û dostên wan kir da ku beşdarî çalakiya li ber avahiya NY´ê bibin.   

Çalakiyê di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” de dest pê kiribû. Û bi awayekî bi rêkûpêk ji 21´ê Çileyê 2021´ê ve her hefte çarşemê çalakî li ber avahiya NY´ê ya li Cenevreyê tê lidarxistin.  

Hevserokê berê yê Navenda Civaka Kurd (NCK) a Cenevreyê Salih Saglam her hefte tevlî çalakiyê dibe û dibêje, çalakî esas çalakiyeke xwerexnekirinê ye: “Tevî ku Rêbertiya me bi salan e tê tecrîdkirin, em bi qasî ku lazim bû lê xwedî derneketin. Çalakiya 2007´an a her çarşemê ya ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan a li ber avahiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) rê nîşanî me da. Me wiha weke Kurdên li Cenevre û Meclîsa wan dest bi vê çalakiyê kir.”

Dev ji durûtiya xwe berdin

Riza Çetînkaya jî di rêveberiya CDK a Cenvereyê de cihê xwe digire û ji xwepêşanderên çalakiya roja çarşeman e. Ew dibêje, “Dewleta Tirk êrişî destketiyên Kurdan dike. Destê dewletên endamê NATO´yê û yên Ewrûpî jî heye. Bi vê bîreweriyê em hewl didin dengê xwe bigihînin her kesî. Ev du sal in em ti xeberê ji Rêbertiya xwe wernagirin. Divê CPT û NY êdî dev ji dirûtiya xwe berdin.”

Em deyndarên Ocalan in

Hevseroka CDK´a Cenevreyê Mulkiye Aşirbaev jî dibêje “Em deyndarê Rêbertiya xwe xwe ne û ji bo vî deynî bidin, em li vir in. Rêbertî weke rojekê li cîhana jinên Kurd hilat. Heta ku Rêbertiya me û temamê girtiyên siyasî azad bibin, em ê çalakiyan bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.