Ocalan dikare şer çareser bike

În 19 Çile 2024 - 01:45

  • Civaknas û anarşîsta Spanî Innes Morales diyar kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan derbarê çareserkirina şer de ne û got: Tecrîdkirina Ocalan dibe sedem ku hem jin û hem jî gel azad nebin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li girtîgehên dewleta Tirk ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin, 54 rojên xwe îro li pey xwe dihêle. Herwiha li Amed, Mêrdîn, Wan, Stenbol, Izmîr, Edene û Mêrsînê jî, xizmên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin zarokên xwe, dest bi Nobeta Edaletê kirine. Çalakiya dayikan jî bi biryardariyeke mezin dewam dike. 

Tevgera Jinên Azad (TJA) di navbera 13-14’ê Çileyê de li Amedê bi dirûşmeya “Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên Li Dor Girtiyên Siyasî yên Jin" konferanseke navneteweyî li dar xist. Di konferansê de jinên ji Başûrê Kurdistanê, Îran, Tirkiye, Kanada, Filistîn, Katalûnya, Îrlanda Bakur, Welatê Baskê, Emerîkaya Latîn û Fîlîpînan hazir bûn. Di konferansê de pergalên girtîgehan ên zayendparêst, nijadperest û mêtinger ên bi destê pergalên netewe-dewletan ên kapîtalîst hatine çêkirin, hatin nirxandin. Jinan behsa tecrûbeyên xwe yên li girtîgehan kir. Di roja diduyan a konferansê de kargeh hatin lidarxistin. Di konferansê de paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber Abdullah Ocalan yek ji mijarên girîng bû û jinan tecrûbeyên xwe yên di warê têkoşîna azadiya gelan de anîn ziman. Ekolojîsta civakî û anarşîsta Spanî Innes Morales ku beşdarî konferansê bû, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan a li dijî paradîgmaya wî ya li ser esasê azadiya jinê, ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxand.

Divê tecrîd bê şikandin 

Moralesê bal kişand ser bandorên paradîgmaya azadiya jinê ya Rêber Abdullah Ocalan û got:"Fikrên Ocalan li ser dawîkirin şer û pevçûnan e û ji bo çareseriyê ne. Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Ocalan ji ber tecrîdê nikare bigihêje gel. Di heman demê de îzolekirin û sînordarkirina azadiya fizîkî ji azadiya takekesî zêdetir, tecrîdek e li ser civakê tê ferzkirin. Ji ber vê tecrîdê, mirov nikare fikrên xwe bîne ziman û mirov nikare azad bibe. Bi şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fizîkî, gaveke girîng wê bê avêtin."

Divê her kes di pêvajoyê de cih bigire

Girtiyê bi navê Ugur Taşdevîren ê ku li girtîgeha Tîpa S ya Manavgatê dîl girtîye, bi malbata xwe re axivî û ev peyam da: “Ev 25 sal in li ser Rêber Apo tecrîdeke mutleq heye. Ev tecrîd ne exlaqî, ne însanî ne jî hiqûqî ye. Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo pêwendiya xwe bi polîtîkayên înkar û tinekirinê ya li dijî Kurdan heye. Weke girtiyên siyasî, ji bo teşhîrkirina vê polîtîkayê, em kampanyayê girîng dibînin.Tevlîbûna vê pêngavê em di asta hebûn-tinebûnê de dinirxînin. Em azadiya fizîkî ya Rêber Apo, weke azadiya gelê Kurd, Tirk û hemû gelên Rojhilata Navîn dibînin. Lewma jî, ji bo ev pêngav bigihê armanca xwe, divê herkes tişta ji dest tê, bike. Em berxwedana Rêber Apo silav dikin.”

Divê em girtiyan bi tenê nehêlin 

Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Antalyayê Denîz Yildirim jî da zanîn ku girtiyên siyasî yên li Antalyayê ketine greva birçîbûnê, û hin cezayên disîplînê yên wekî hucreya yekkesî, qedexeya hevdîtinê û çalakiyên civakî birrîn û got, divê grevên birçîbûnê di çarçoveya azadiya ramanê de bên nirxandin û cezayên disîplînê bên bidawîkirin. Yildirim destnîşan kir ku bi bidawîbûna tecrîdê re li welêt wê rêya demokrasiyê vebe û bal bire ser çalakiyên "Bibe dengê aştiyê" yên di vî warî de hatine destpêkirin û got: “Tecrîda li Îmraliyê tê wateya astengkirina çareseriya pirsgirêkeke wekî pirsgirêka kurd.  Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e. Divê em girtiyan bi vê çalakiya ku ji bo çareseriya pirsgirêkê li dar xisine, bi tenê nehêlin."

Divê em bibin dengê girtiyan

Galya Şahîn a ji navçeya Silopiya ya Şirnexê, ji bo 45 deqeyan kurê xwe bibîne çû Antalyayê û piştî hevdîtinê vegeriya û got, “Kurê min got, zext piştî greva birçîbûnê zêdetir bûne. Ji bo ku girtî tevlî çalakiyê nebin, ev zext tên kirin. Lê çi bikin jî zarokên me dev ji îradeya xwe bernadin û ji rêya xwe venagerin. Divê em bibin dengê zarokên xwe û bi hev re tevbigerin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.